Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê 48 roj in didome

01/02/2021
in NÛÇE
A A
Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê 48 roj in didome
Share on FacebookShare on Twitter

MEXMÛR – Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro bi koma 22’emîn re dewam dike. Çalakî 48 roj in didome.

Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 48’an de dewam dike.

Şêniyên wargehê bi awayekî girseyî çûn serlêdana çalakvanan û li ser navê şêniyên wargehê Helîm Bulut axivî û got: “Em di serî de ji bo we serkeftinê dixwezin. Ev greva hatî destpêkirin di serî de em Rêber Apo û tevahî girtiyên azadiyê pîroz dikin. Îro roja hevgirtinê ye û roja yekîtiya Gelê Kurd û tevahî gelan e. Ji bo wê jî pêwîste her yek ji me bi rol û berpirsiyariya xwe rabe. Em bikarin serokê xwe û xwe azad bikin û bi serokê xwe re rojên azad jiyan bikin. Em dubare ji hemû çalakvanan re serkeftinê dixwezin.”

Li ser navê çalakvanan jî Çîdem Sipêrtî jî wiha axivî: “Weke tê zanîn Rêber Apo bi salan e hatiye dîl girtin ji aliyê hêzên desthiladar. Em jî weke ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku Rêbertî dibêje ‘Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ bi ruhê xwe yê ciwantiyê jî tevlî vê çalakiyê bûne. Heta ku em azadiya rêbertiya xwe pêk bînin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.