Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heşdî Wetenî

01/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Ev hêza, di sala 2015’an de ji aliyê dewleta tirka ve hatiye damezrandin. Weke navend, herêma Başîqa û derdorê wê hatiye pejirandin.
Ev hêz, bi armanca, li dijî Heşdî Şabî ya girêdayî İranê û serweriya Tirka li vê herêmê misoger bike hatiye avakirin. Bê gûman ji bo ku rengekî olî jî pêveke û li dijî baweriya Şîa, gelê xwedî baweriya Sunî bikişîne aliyê xwe û bide şerkirin, kete nava hewldanek berfireh.
Ji bo vî karî jî, ew parêzgerê/waliyê Mûsilê yê revok Esil Nuceyfî û bi taybetî kurê wî Ebdullah Nuceyfî erkdar kirin. Bi giranî, ji eşîrên Ereban û hinek Kurd jî yên ser bi PDK’ê ve, di despê de li dor 6000 kes bi rêxistin kirin.
Perwerdeya wan jî, yekser ji aliyê efser/fermandarên leşkerên dewleta tirka ve hatin kirin. Bi gotin, didan diyarkirin ku yekemîn armanca wan; xwedê giravî, bi taybetî Mûsilê, bi giştî jî herêmê ji DAIŞ’ê rizgar bikin û armanca duduyan, ji bo gelên sune ji zulma Heşdî Şabiyê şîa bi parêzin!
Lê armancên sereke yên dewleta tirka ne ev bûn. Vana maske bûn ji bo xapandina raya giştî ji aliyê dînî ve. Belê armanca bingehîn; bi giştî şikandina bandora Tevgêra Azadiyê li herêmê û qutkirina têkilên navbêna Bakur-Başûr-ROJAVA û bi taybetî jî li Şingalê û Mexmûrê û hwd.bû. Li gel vêna armancek din a ginihg jî; bi destxistina pertrol û bazirganiya hemû herêmê bû.
Li ser bazirganiya petrolê ya bi DAIŞ’ê re, gelek belgeyên dewletan jî hene. Weke mînak, dema navbêna Tirka û Rûsa li ser xistina firokê û kuştina sefirê wan xebarbûbû, Putin, bi dengekî bilind got, “belge di dest me de hene ku Tirka çiqas petrol bi rêya DAIŞ’ê firotiye” û her wiha hinek dîmen weşandin jî.
Paşê, bi demê re, ew derewên wan derket holê û nuha aşkeretir dibe ku ew karê li Başîqa dide meşindin, bi tevayî li dijî Tevgêra Azadiyê bû û nuha hijmara wan li dor 20 hezarîne û hewldanên xwe berfirehtir kirine.
Ji bo birêvebirina vê plana xwe, ya bi navê Heşdî Wetenî an jî bi navê Parazvanên Nînovayê an Bekçiyên Mûsilê, dewleta dagirker a tirka, bi Eslî û kurê wî Ebdullah tenê nema, birayê wî Usama Nuceyfiyê serokê berê yê meclîsa Iraqê, cîgirê serokdewleta Iraqê Tariq Haşimî û hwd.jî erkdar kir.
Her wiha divê hevparê vê planê, Eniya Turkmenê Iraqê jî neyê jibîrkirin. Dema koma Hulusi Akar derket geryana Bexda û Erbîl û Kerkûkê, hewldan û liv û tevgêrên vê rêxistinê balkêş bû.
Her wiha, piştî bê destkeftî vegeriyan, hema li pey wan, ew teqînên giran li Bexdayê û deverên din jî ne balkêşin gelo? Nûçeyên mîna ku “êrîşên werin ser Dêrikê, Şingalê û hwd”. û li pey vêna gotinên nasyar û tehdîdkar ên R.Erdogan;”ez di şevekê de ji nişka ve dikarim wer im” jî balê nakişînin?
Tehdîdên wan ji lawazî û tengijî bûna wan e, lê divê mirov jî ne bê xem be!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.