Derwêş M. FERHO
Serokkomarê Turkiyê Erdogan berî demekê zirtên xwe li Ewropa dikir. Biryarên rayedarên Ewropî di hember aqil û mêjiyê Îslama Radîkal, siyaseta Turkiyê li Zeryaya Spî, dagirkeriya leşkerê Turk li Rojava, Libya, Suriyê, li Nagorno-Karabax, zora Erdogan diçû. Wî xwest wek her car bi gotinên vala û zirtan civaka xwe bixapîne, serkêşiya cîhana Îslamê xeyal dikir.
Mîna her car gotinên doh digot îro berevajî dike û dîsa difroşe. Îro di ciyê zirtên xwe de, gotinên nerm û zimanekî din dike. Hedef endametiya YE. Lê di heman demê de jî siyaseta xwe bi wan derû û xapan dide domandin. Berî bîst salan bi siyaseta soz û planên reforman ber bi demokrasiyê de û li gor dilê YE hate ser kursî. Lê wî yek soza xwe û planên demokratîzekirinê neanî cî. Berovajî vê, peywendiyên wî bi çeteyên terorîst re heşkere bûn, bû celladê parêzvanên mafên merovan, serkêşê siyaseta zor û zilmê li herêmên Kurdan, xiyanet li prosesa bi Kurdan re kir, welat ber bi Îslama Radîkal bir. Li nav sînorên Turkiyê têr nekir, li dervayê sînor jî dest pê kir û fitne û gelacî xist nava gelek hêz û rêvebiriyên çend dewletan.
Di dema serokwezîriya xwe de wî gelek caran hevdîtin bi sefîrên YE pêk dianî. Berî çendekê sefîr dîsa vexwendin û planên xwe yên nuh xwest rasterê bi wan re parve bike. Got “emê rûpeleke nuh vekin”. Heftiya berê jî xwest bi Yewnanistan re peywendiyan deyne. Peywendiyên ku ji 2002 het 2016, bi temamî 60 hevdîtin, pêk hatibûn dîsa dixwaze bidome. Keştiya xwe bi navê Oruç Reis vegerandibû welêt. Lê ne di pirsgirêka Kibris de, ne jî di pirsgirêka herêmên zeryayê di navbera Turkiyê û Yewnanîstan de, rayedarên dewleta Turk bi durustî tev negeriyane. Loma jî ne bes Yewnanîstan, dewletên din yên YE jî paş kiryarên hikûmeta Turk, bi rexneyên dijwar çûn ser Turkiyê.
Wî çi texmîn kiribe nabêje, lê weha xuya dike ku ew bi rûyekî din dixwaze nêzî YE bibe. Loma jî rûyekî nuh û dîsa xapên Osmanî.
Di 21ê Çile de wezîrê karê derve Mevüt Çavuşoglu şand Europa. Bi rayedarên Konseya Ewropa re, mîna Josep Borell, hevdîtin pêk anîn. Ji bo hevdîtinên bi Almanan re pirsgirêk nebûn. Lê tiştê balkêş rayedarên Fransa bi tewra xwe dan zanîn ku deriyê Fransa jî ji bo wezîrê Turk vekiriye. Macron nameyek jî ji Erdogan re şand. Vê yekê hin pirs di serê gelek analîstan de peyda kir. Gelo Macron û hikûmeta Fransa paş wan tehdîd û heqaretên Erdogan çi dixwazin pêk were? Gelo ji xeynî berjewendiyên aborî û navdewletî, pirsgirêka penaberan ji Rojhilata navîn, tirsa YE ji Turkiyê heye? Hebe, ji çi ditirse?
Xuya dike ku dewleta Turk dixwaze bi çerxeke nuh xwe nêzî YE bike. Wê demê Poetin çi dike? Weha xuya ye ku Pirraniya dewletên YE terefdarê domandina têkiliyên bi Turkiyê re ne. Brjewendiyyên aborî, hevkariya leşkerî, bazara çekan, pirsgirêka bi milyonan penaber, … Turk her tim dibêjin “pêdiviya YE bi Turkiyê heye”. Lê YE çi zû têkiliyên Erdogan bi Îslama Radîkal re, tehdîd, plan û deruyên wî li ser YE, bazara raketên S-400 ji bîr kir?
Çi dibe bila bibe, tirsa rayedarên YE ne di cî de ye. Ev Turkiye ji YE re ne lazim e. Turkiyê di her alî de darîçav e. Aborî xerab e, demokrasî di bin lingên Îslamo-Turkî de dinale, Trukiyê bi Kurdan re şerr dixwaze. Divê YE kor nebe. Ne dijminê demokrasiyê, pêdiviya têkoşerên prosesa demokratûkbûnê ji YE re heye. Kurd. Garantiya jiyanek nuh di Rojhilata navîn de.






