Farûk SAKIK
2 Sibat 2006, gerîllayek kurd bi navê Viyan Soran, li dijî komplogeran, li çiyayê Heftanînê agir berî bedena xwe da û çalakiyek fedayî pêkanî. Di sala 1997’an de dema tevlî nav refên gerîlla bû 17 salî bû. Gerîllayên jin, padigmaya rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurdistan naskiribû. Biryar dabû ji bo Kurdistanek azad wek wan gerîllayên jin şer bike. Ji Silêmaniyê birêket û derbasî qadên gerîlla bû.
Di salên têkoşînê de dît ku dîrok li kurdan bêbextiyek çawa kiriye. Di pêvajoya komployê de jî dît ku dewletên Ewropa li dijî kurdan siyasetek çawa qirêj dimeşînin. Biryara çalakiyek dîrokî da. Ji bo vê yekê berî çalakiya xwe di nameyek xwe de waha digot:
“Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şeristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.”
Van dewletên Rojava ku behsa mafê mirovan û hiqûqê dikin çima Vîyan Soran hêrs kiribûn ku dixwest li dadgeha dîrokê bibe şahid?
Van dewletan bi peymana Lozanê welatê wê par û parçekiribûn.
Van dewletan dibin navê Nato de piştgiriyek mezin dabûn dewleta Tirk ku kurdan tune bike.
Van dewletan li hember hemû hovitiyên li Kurdistanê pêkdihatin bêdeng diman.
Van dewletan dibûn sedem ku rêber û hêviya gelê kurd Abdullah Ocalan bi komployek navdewletî radestî Tirkiyê were kirin.
Ji bo vê yekê Viyan Soran dixwest li dadgehê ne bi tenê şahidî bike di heman demê de dozvanî jî bike.
Piştî Viyan derbasî dadgeha dîrokê bû, di destpêkê de di derheqê dewletên ku bune sedema dagirkirin û dabeşkirina Kurdistan de doz vekir. Li dadgehê bû dozdar.
Li danişîna 2020’an de Vîyan Soran li dadgeha dîrokê hîsabê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava dipirsî.
Di derheq Rûsya û Amerîka de doz vekiribû. Digot; dema şerê cîhanê sêyem li rojhilata navên û li Sûrî dewam dikir, di sala 2018’an de Dewleta Tirk bi destûra Rûsya kete Efrîna me û di sala 2019’an de jî bi destûra Amerîka Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir.
Piştî dagirkeriya van bajêran demografîya heremê hat guhertin û li her deverî hovitiyek mezin pêkhat. Gel ji cihî û warên xwe hatin koçberkirin. Hin kes ji ber ku derfetên wan yên koçkirinê tunebû li Efrînê man. Kesên ku cîh û warê xwe terk nekirin, bi hovitiyek mezin re rûbirû man.
Revandin, tecawiz, talan, îşkence ji bû parçeyek jiyana wan. Mirovahî jî bêdeng ma û tu cararî midaxleyî van kiryaran nekirin. Ji bo vê yekê, Vîyan Soran li dadgehê di derheq mirovahiyê de jî doz vekiri bû. Viyan Soran, edaleta ku li dinya yê nedîtibû, dixwest li dadgeha dîrokê hesab bipirse.
Dîsa dema wê li dadgehê şahidî dikir, dagirker û hin hêzên heremî li kêleka wan, êrişî Heftanînê kirin. Di demek kurt de jî cenga Heftanîn destpêkir. Hevalên Viyan Soran piştî şahadeta wê û li ser mîrasa wê bi demêre xwe nûjen kiribûn. Li hember teknolojî û îstixbarata pêşketî bi soza dabûn Viyan Soran şerdikirin.
Em nizanin Viyan Soran li dadgehan ew mejî û dilên qeşagirtî ya şeristaniya dewletên rojava heland an na. Lê di sala 2020’an de dema ku Viyan Soran li dadgeha dîrokê şahidî dikir, dîrokê jî li Heftanînê ango li cîhê Viyan ku berbi dagehê birêketi bû, ji lehengiya gerîllayên kurdan re şahidî dikir.






