Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîktatoriya xwe qayîm dikin

01/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di HDP’ê de vîna Kurdê azad dibînin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Wisa xuya dike ku hewldanên AKP-MHP’ê yên tinekirina demokrasiyê û qayîmkirina desthilatdariya yek kesî ya totalîter dê di sala 2021’an de jî berdewam bikin.
Weke kû tê zanîn hikumeta AKP-MHP’ê li gel hemû rexne û nerazîbûniyan bi derxistina torbe qanûna bê edalet ya ku bin navê pêwiridarkirina qeyûman de desteserkirin, tasfiyekirin, çewisandin, teslîm girtin û talankirina mal û mikên saziyên sivîl dide wezîrê karên hundir sala 2020’an bi dawî kir.
Çewa torbe qanûna desteserkirina saziyên sivîl di bin navê qanûna “astengkirina fînansa çekên çivak kujiyê” de ji meclîsê derbaskirin û derbeyek din li demokrasiyê xistin niha jî dixwazin di bin navê reforman de li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe torbe bi torbeyan qanûnan derbixin û pergala dîktatoriya xwe qayîmtir bikin.
Di rêza yekemînde reforma (deform) aboriyê heye.
Tiştê ku hikumeta AKP-MHP’ê bide gel nema ye û bi qasê serê derziyê di xema gel de nînin. Xema wan a yekemîn parastina sermayedaran e. Di bin navê vê reformê de dê hewl bidin hinek garantiyan bidin sermayedarên xwecihî û yên biyanî ku pereyên xwe bînin Tirkiyeyê. Di heman demî de dê hewl bidin bi qanûnên nû xizmetên perwerdehiyê, tenduristiyê, xizmetên civakî yên saziyên heremîyên ku ji hêla adewletê ve tên dayîn yek bi yek kêm bikin û bidin destê sermayedaran. Sermayedar jî dê wan xizmetan bi pere bide gel. Yanî barê ser milê hemwelatiyan girantir bikin.
Di rêza duyemînde reforma (deform) edaletê heye.
Di bin navê refomê de dê hewl bidin dadmendiyê bi awayeke fermî û qanûnî bi tamamî bi Erdogan ve girê bidin û dawî li nîqaş û rexneyên ku car caran tê gotin “ev ne li gorî qanûne” bînin. Dê hemû ferman û mudaxaleyên Erdogan êdî di çarcoveya qanûn de pêk werin. Dê qanûna parastina Dadger û Dozgerên ku mîlîtaniyan wan dikin derbixin û baypaskirina biryarên DMM û Dadgeha Makezagonê ya Bilind meşrû û resen bikin. Gotinên wan ên “biryarên DMM ne ser biryarên dadgehên me re ne” ne tesedufî ne.
Di rêza sêyemînde guhertina qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinan hene.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê dizane ku di şert û mercên rewa û normalde serkeftina wan û berdewama desthilatdariya wan êdî nepêkan e. Lewre di nava hewldanên dek û dolabên guhertina qanûnan de ne. Niha hewl didin bi guhertina qanûna partiyan û qanûna hilbijartinan serkeftina xwe mîsoger bikin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Ji bo guhertina van qanûnan AKP û MHP di nava bazarê de ne. Kengê bazara di navbera AKP û MHP’ê de bi dawî bû û li ser qanûnên nû li hev kirin dê bînin rojeva civakê û rojeva meclîsê.
Di rêza çaremînde parçekirin, teslîm girtin û bê rûmetkirina odeyên pîşeyan û saziyên muxalîf hene.
Weke ku tê zanîn ev hewldan di havîna 2020’an de li ser Baroya Parêzeran hat ceribandin. Li gel hemû nîqaş û rexneyan hikumeta AKP-MHP’ê bi derxistina qanûnên nû rê li parçebûna Baroyan vekirin. Li Stenbol û Enqerê Baroyên duyemîn hatin vekirin. Wekî ku Erdogan her tim tîne ziman niha di dorê de odeya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) û Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) û her wekî din hene.
Bi guhertina van qanûnan dê hewl bidin yek saziyeke muxalîf a ku karibe kiryarên wan rexne bike û li dijî wan daxuyanî bide û li dijî wan siyasetê bike li holê nehêlin. Bi kurtahî dê hewl bidin sala 2021’an bikin sala tesfiyekirin û teslîm girtina civakê û qayîmkirina pergala dîktatoriya xwe.
Piştî ku di van guhertinan de bi ser ketin dê hewl bidin hilbijartineke formalîte ya weke ya Sadam û Esad ku berê de encamên wê diyar in pêk bînin.
Belê, polîtîkayên AKP-MHP’ê yên dijî gel û dijî demokrasiyê diyarin. Mabesta wan jî zelal e. Di vir de ya girîng û ya diyarde dê helwesta muxalefetê be. Dê muxalefet çiaqasî karibe di nava tifaqê de tevbigere û van polîtîkayên wan ên kirêt deşîfre bike û civakên Tirkiyeyê tevilê pêvajoyê bike. Astengkirin encax bi tifaqa partiyên muxalîf û bi tevilbûna civakên Tirkiyeyê ya pêvajoyê dê pêkan be.
Hewceye muxalefet jibîr neke ku ji vê saetê şûn ve ya girîng pêkhatina hilbijartinê nîne, ya girîng dê di kîjan şert û mercan de hilbijartin pêk were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.