Sîpan Şînda
Heçî Botan e warê evînê ye, warê helbestê ye, kaniya stran û dengbêjiyê ye. Dema peyva dengbêjiyê tê bilêv kirin, raste rast Botan tê bîra mirovî. Botan, warê dîrok û kelepora Kurdî û Kurdistanê, navenda çand û zimanê Kurdî, dilê helbest û evînê, dîrok û hikumdariyê ye. Belê dema wî çavên xwe dineqandin û li têlên tembûrê dixist, têkiliya wî ji dinyayê qut dibî, ew di nava pêlên dengê xwe û stranê de winda dibî. Stran, weke ava kaniya ji binê tehtê derbikeve û bi pêlên sipî biherike, ji nava dilê wî derdiket û di qirika wî de diherikî û li ser zimanê wî diheliya. Çawe xwişîna avên çem û kaniyan dilê mirovî fireh dike hizûrê dide mirovî, dema Esker Cizîrî ji stran digotin mirov mest dibû, dilê mirov fireh dibû, giyanê mirov şad dibû. Peyv li ser zimanê wî diheliya, weke bayê difiriya dihat giyan û mejiyê mirovî.
Esker Cizîrî, ango weke Mihemed Arifê didûyan dihate naskirin, di 8’î meha çila 2021’an de çû li ser dilovaniya xwe. Ew ji bû dengbêjî û strana Kurdî stêrkeke gelek geş bû. Dema ewî di striya, stran ji nîva kezeba wî derdiket. Dema ew Qasimê Meyro, Zozaniyê, Xulîs Xweşin yan ji Xezal Xezal dibêje, pêlên dengê dilê wî li esîmanên dilê mirovî dikeve, dilên vemirî weke stêrkan geş dibin. Ew di sala 1955 an de li Cizîrê li taxa Kelhê tê li ser dinê. Dengbêjiya Esker ji babê wî tê. Babê wî Eliyê Mistefa ji dengêbej bûye. Hêj ew kiçik babê wî dibîne ku dengê Esker xweş e û ji wî re tembûrekê dikire û wî dielimîne stranan. Esker ji bi işq stranan dibêje û xwe fêrî tembûrê dike. Ew kesekî ehlê keyf û şahiyê bû. Ewî di civatên dost û hevalên xwe de gelek stran gotine. Jixwe dera ew lêbûya stran û keyf û şahî ji hebû. Esker ne tenê stranên gelerê gotine, herweha ewî bi xwe ji gelek stran çêkirine. Ewî 2 kaset û gelek CD ji derxistine. Esker Cizîrî herweha stran li ser niştimanperweriyê ji çêkirine û gotine. Her çend ew neçûbû mektebê ji bes ewî gelek stranên Kurdî jiber kiribûn û ewî digot ez dorê 600 stranan jiber dizanim. Di sala 1992’yê de li Başûr tevilî avakirina televizyona Xebat dibe. Ewî di gelek bajarên cuda konser dane, tevil gelek mîhrîcan û bernameyên televizyonan bûye û stran gotine.
Ewî di meha Remezanê de Lûzîne çêdikirin û debara xwe bi Lûzînê dikir. Ew bi xwe dibêje heta min Lûzîne çênedikir min nan nebî, lê piştî min Lûzîne çêkir min nanek jê xwar. Ev nêzîkî çar salan ew nexweş ketibû û bi nexweşiya dil ew çû rehmetê. 9 zarokên wî hene û ew li Cizîrê dijîn. Esker Cizîrî kesekî evîndarê strana Kurdî bû. Hêvîdarim zarokên wî ji li ser dewsa wî bibin evîndarê strana Kurdî û li mîratê babê xwe xweyî derbikevin. Ji Seît Axa bigire hetanî Meyrem Xan û Mihemed Arif, ji Hesen Cizîrî bigire hetanî Fadil û Cemalê Mihê ji Salihê Şirnexî bigire hetanî Esker Cizîrî dengbêjî li Botan venemiriye û her ku çûye geştir bûye. Çand û hunera Kurdî ji bi wî agirê dilê evîna wan gur bûye. Giyanê te her tim şad be û gora te biheşt be mamê Esker Cizîrî. Pêlên dengê te wê her tim li ber guhê min be.






