Şêniyên Kobanê şehîdên meha Çileyê û şehîdên berxwedana Kobanê li ser gorên wan bi bîr anîn.
Bi wesîleya salvegera 6’an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristana Şehîd Dîcle kirin û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Piştre endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo got: “Meha Çileyê berxwedana ku tevahî cîhan matmayî kir tîne bîra me. Mîna vê rojê berxwedan gihişt serkeftinê, armancên xwe bi cih anîn û li hemberî terorê bi ser ket.”
Şêxo her wiha got: “Şehîdan hiştin ku navê Kobanê ya berxwedêr li tevahî cîhanê were qalkirin.”
Bîranîn bi diruşmeyên şehîd namirin û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.






