Partiya Sûriya Pêşerojê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê vekir.
Endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl, kesayetên siyasî, çandî û rûspiyên herêmê di merasîmê vekirina nivîsgehê de amade bûn.
Qada nivîsgehê bi wêneyên şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê hate xemilandin. Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre serokê partiyê şaxê kantona Qamişloyê Mihemed El-Dexîl axivî û got, hevgirtin rêya tekane ya serxistina dozên adil û yekitiyê pêkhateyên herêmê ye.
El-Dexîl soza şopandina rêya şehîdên da.
Di merasîma vekirinê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Xelef axivî û vekirina nivîsgehê pîroz kir. El-Xelef bi vê boneyê tevahiya şehîdên partiyê bi bîr anîn.
Nivîsgeh ji hêla hevsera şehîd Hisên El-Mislet hate vekirin. Piştre beşdaran xelekên govendê gerandin.
(şx)






