Li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin’ destpê kir. Konferansa pêşkêşî ruhê Şehîd Viyan Soran hate kirin.
Li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin’ bi tevlîbûna 100 delegeyan destpê kir. Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn.
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Kanî Çiya ve hate kirin. Kanî Çiya got; “Sêyemîn konferansa jinên ciwan ên têkoşer li Rêber Apo, tevahiya malbatên şehîdên rizgariya Kurdistanê, jinên Kurd û cîhanê pîroz be. Em vê konferansê pêşkêşî ruhê şehîd Viyan Soran dikin. Sîstema sermeyedarî bi şerê aborî, medya, derûnî û fikrî hewl dide, îradeya me bişkêne. Em jinên ciwanên têkoşer di serî de şerê vê sîstemê dikin. Piştre jî di nava civakê de bi rêxistinkirina jinan û îradebûnê têdikoşîn.”
Piştre peyamên jinên ciwan ên Mexmûr, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê hatin xwendin.
Piştre rapora du salan a kar û xebatê ya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hate xwendin. Herwiha perspektîfên Rêber Ocalan ên di derbarê têkoşîna jinan hatin pêşkêşkirin.
Wê di konferansê de pirsgirêkên jinên ciwan û riyên çareseriyê werin nîqaşkirin. Herwiha wê rewşa siyasî , kar û xebata jinên ciwan were şîrovekirin.
Konferans didome.






