Çalakiya Şengaliyan ya ji bo destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 59’an de dewam dike.
Welatiyên Şengalê di çarçoveya redkirina peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 59’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê nîşan didin.






