Idrîs HENAN
Her kes li benda roja 20 Çile bû. Dunya ji aliyê xwe ve çavên wan li koşka spî bû. Efrîniyên li koçberiyê jî çavên wan asoyên Efrînê dipan. 20 Çila jî hat û derbas bû. Trumpê kirêt jî çû. Lê hîna çeteyên Elnusra, bermahiyên DAIŞ, dûvik û xwefiroşên tirko li Efrînê ne. Hîna jî tiştek heye bala mirovan dikêşe; gelo çûyîna Trumpê kirêt û salvegera roja êrişên dagirkeriyê rasthatinek xwezayî yan çêkirinek bi qastî bû?
Dibe ku bala her kesî kişandibe? Dibe jî qet ti kesî mereq nekiribe? Lê li gorî dîroka hişmendiya desthilatdaran tiştekî bi navê tesaduf nîne. Ji bo her tiştî amadekariyek heye. Dibe jî ew roja koşka spî ne li gorî roja êrişên li ser Efrînê be, lê bê guman roja êrişên li ser Efrînê bi baldarî hatiye hilbijartin.
Çawa ku bêdengiya li hemberî êrişan ne ji rêzê bû, îro jî bêdengiya li hemberî itîfaqên nû yên li ser vîna gelan ne ji rêzê ye. Dêmekî lihevkirinek nû ya li gorî terazûya ku wê serdestên koşka spî yên nû ava bikin, wê hebe. Êdî ev dê bandorek çawa li ser vê rasthatinê bike, mewzûbehs e?.
Birêvebirên koşka spî, piştî serdestiya wan a kurt, di derheqê palpişta terora cîhanî Tirkiyê de raporek li ser zarê wezareta xazîneyê derxistin. Di raporê de tê gotin ku; çeteyên DAIŞ bi piştgiriya lojistîk a Tirkiyê ji nû ve xwe zindî dikin. Ango; çeteyên DAIŞ hîna jî pişta xwe bi Tirkiyê germ kirine ku palpişta wê ya hebûnê ye. Wê çaxê jî, di sala 2019’an de, dema ku hêzên koalisyona navneteweyî bi alîkariya istixbaratî ya hêzên QSD, zilamê Tirkiyê El Bexdadî li Idlibê kuştin, dan xuyakirin ku El Bexdadî li cihekî li nêzî bargeheke tirkan a leşkerî xwe veşartibû. Berpirsên amerîkî wê demê ji Tirkiyê xwestin ku vê rasthatinê rave bike. Lê guhek kerr û guhek ji kevir bû. Zilamê Amerîka yê wê demê Trumpê kirêt, tevî spasiya hêzên QSD, paşiya Erdogan a rût carek din veşart. Gelo ew jî tesaduf bû?
Ji aliyê xwe ve ragihandina Tirkiyê guhên mirovan kun kiriye. Qaşo rojane şaneyên DAIŞ digire. Lê heman ragihandin behsa girtina kesên ku têkîliya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ ya beolojîk eşkere dikin nake. Di sala 2014’an de, dema ku kemyonên istixbarata Erdoxan û Heqan Fîdan hewl didan barê xwe bigihînên çeteyên DAIŞ û Elqayîde yên li Sûriyê, hatin girtin. Li gorî wê jî lêpirsîn hatin vekirin. Di encamê de, bi dîmen, foto û belgeyan îsbat bû ku hikûmeta APK-MHP piştevanê sereke ya terora cîhanî ye. Ya baş ew e, lêpirsîna wê demê ya tirkan bi xwe ne ya kesek din bû. Lê dîsa jî lêpirsîner, rojnamevan û ekîpa polîs, cendirme û qaziyan hemû wenda bûn. Bêdengiya navneteweyî ya wê demê jî tesaduf bû?.
Di 18 Çile de, wezîrê parastinê yê Tirkiyê serdana Bexda û Hewlêrê dike. Ji bo îmhakirina Tevgera Azadiyê hinek pêşniyaran li herdu hikûmetan dike. Yan em û we, yan hûn û hikûmeta Başûr, an ez ê bi tenê êriş bikim. Leqandina herdu seriyan, gefxwarinên Erdoxan û dûvleqandina rejîma Şamê li Şehba û Cizîrê jî tesaduf bû gelo?.
Her tişt li dora navenda hêzê dilebite. Zagona sermayeyê wisa dibêje. Ji lew re jî, tiştekî bi navê tesaduf û rasthatinan li wê navendê nîne. Tenê xwerêxistin xwe radigire û hemû planên ku qaşo tesaduf in, xira dike. Efrîn be, dixwaze Serê Kaniyê û Girê Spî be, ji xeta Cerablus û tevahî Sûriyê bigire navê, ancax bi vê şêwazê bêtin rizgarkirin. derveyî vê yekê, çûyîna li ber lingên rasthatinan e.






