Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Hesekê kuştina hevseroka meclisa Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir

25/01/2021
in NÛÇE
A A
Meclisa Hesekê kuştina hevseroka meclisa Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Kesên nenas hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê piştî ku revandibûn, kuştin. Meclisa kantona Hesekê diyar kir ku sûcê hatî kirin di destpêkê de li dijî jinan e û ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Kesên nenas hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir yê navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şeva Înê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Her du jin ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.

Girêdayî mijarê Meclisa Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê sûcê hatî kirin, şermezar kir. Meclisê got; ew sûc jî li “dîroka terorîstan ya reş” hat zêdekirin û armanc têkbirina ewleyiya herêmê û belavkirina tirsê di nava welatiyan de ye.

Meclisê di daxuyaniyê de got; komên terorîst Seda Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr ku hevseroka Meclisa Til El-Şayir û cîgira wê bûn, revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Pişt re bi guleyan kuştin.”

Meclisê wiha domand: “Ev sûc di asta yekê de jinên di civaka herêmê de dikin hedef. Jinên ku xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û tev li xebatan bûn, roleke aktîf di civakê de dilîzin, çekan radikin û bi mêran re parastina xak û gelê xwe dikin.”

Em banga xwedîderketina li QSD’ê û sekna li hemberî xirakirina aramiya li herêmê dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî kesên ku gefan li aramî û aştiya herêmê dixwin, bisekinin û li dora hêzên xwe kom bibin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.