Faruk Sakik
Ji bo ku….
Rêber Apo, li Amarayê di salên zarokatiya de, hêdî hêdî bi taybetmendiyên xwe yên cuda derdiket pêş. Ew ji zarokên din cudatir bû.
Di sala 1971’an de ji bo xwendinê derbasî Enqerê bûbû. Analîzên wî yên li ser dîrok, civak û pergalê weke beşekî heqîqetê bû. Fikr û ramanên wî di demeke kurt de di nav ciwanên şoreşger de belav bû.
Dema di sala 1978’an de dema partiya PKK’ê damezrand, nêrînên wî ev car di nav civakê de belav bûn.
Piştî demekî pêdivî bi şerê çekdarî dît. Û di sala 1984’an de şerê çekdarî da destpêkirin. Lê dema ku vî şerî mîsyona xwe temam kir, me dît Ocalan di her kêliyên têkoşînê de israra aşitiyê dike.
Di sala 1993’yan de civîna wî ya îlankirina aştiyê, da îspatkirin ku di aşitiyê de çiqas bi israr e. Dewleta Tirk çiqas di şer de israr dikir, wî jî ewqas di aşitiyê de israr dikir.
Rêber Apo, rêberekî gerdûnî bû, pirsgirêkên çarenûsa gelên Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriya van pirsgirêkan destnîşan dikir. Lê ev yek hêzên ku şerê cîhanê sêyem dabûn destpêkirin, aciz dikir.
Di xwest, Rojhilata Navîn di bin siwana ‘Konfederalîzma Demokratîk’ de kom bike. Li hemberî vî kesî bêdeng neman û komplo dan destpêkirin.
Lê dema dîl hat girtin û radestî Dewleta Tirk kirin, êdî navnîşana vê paradîgmayê ‘Zîndana Îmraliye’ bû.
Berxwedana Îmraliyê bû berxwedana, tespîtkirina binesaziya îdeolojîk û teorîk a şoreşa cîhanê û şoreşa Rojhilata Navîn.
Sîstema Rêber Apo sîstemeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, komunal û mirovî bû. Navê vê sîstemê ‘civaka exlaqî û polîtîk’ bû. Bi îfadeyeke din ‘Konfederalîzma Demokratîk’ bû.
Heqîqeta Rêber Apo di bin banê paradigma netewa demokratîk de îro ji tevahiya gelan re bûye rêya yekane ya çareseriya pirsgirêkên civakî.
Nêzîkatiya jinê, xweseriya demokratîk, netewa demokratîk, sîstema bêdewlet, civaka ehlaqî û polîtîk, ji van hemûyan forma Konfederalîzma Demokratîk derkete holê.
Ocalan meseleya azadiya jinê di navenda paradîgmaya xwe de bi cih kiribû. Digot, heta jin azad nebe civak azad nabe. Û azadiya jinê di serê hemû meseleyan de derxist pêş û ji bo vê rastî danî pêşiya civakê. Roj bi roj jin li ser vê bingehê bi rêxistin bûn.
Di her beşên civakê de, di siyaset, eskerî û civakî de, jina kurd li cîhanê emsal dihat girtin. Îroj li cîhanê gelek sazî û dezgehên jinan di dest wan de pirtûkên Ocalan û di pratîka wan de jî modela jinên rojava, têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna jina azad e.
Di paradîgmaya Ocalan de, tiştek herî balkêş jî sîstema ekolojiyê ye. Li hemberî sîstema kapîtalîst jiyaneke ekolojîk derxist pêş. Ev jî roj bi roj li cîhanê belav dibe û dibe parçeyek jiyanê.
Di salên Îmrali de dest bi nivîsandinê kir. Paraznameyên wî wek pirtûk hatin çapkirin. Pirtûkên wî wergerî gelek zimanên biyanî kirin. Pirtûkên wî îroj li çar aliyê cîhanê tên xwendin. Li cîhanê kê ev pirtûk dixwend Abdullah Ocalan baştir nas dikir.
Ocalan li gorî mirovekî normal, di aliyê xeyalan de pir dewlemend bû. Xwedî tecrûbeyên gelek mezin bû. Bi vî aliyê xwe bandor li ser civakê dikir.
Piştî van nêrînan li cîhanê kê wî dixwend û nas dikir, ji xwe re wek peşeng didît. Herkesî bawerî pê danî û digotin, wê di sedsala me de, ramanên Ocalan yên sîstema ‘konfederalîzma demokratîk’ bibe xelasiya mirovahiyê. Lê dibe di destpêkê de jî Ocalan azad bibe.
Ji bo vê yekê herkes bi yek dengî dibêje “Dem dema azadiya Ocalan e”






