Rojnameya Ronahî

Şêniyên Reqa cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad spartin axê

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêza Ewlekariya Hundir Xalid El-Hesen El-Kerad li goristana şehîd Sêvdar ya li bajarokê Cidêdat yê rojhilatê Reqa spartin axê.

Di merasim ali goristanê de ji rêveberên Hêza Ewlekariya Hundir ya Reqa Ebdulmutî Mihemed li ser rola şehîdan ya di pêkanîna aramiya li herêmê de axivî û got; destê xiyanetê yê xwe gihandî hevriyê me wê eşkere bibe û hesab jê were xwestin.

Serokê Meclisa herêma El-Keramê Îbrahîm El-Ebas jî got; armanca êrişa endamên Ewlekariya Hundir û endamên Meclisên Sîvîl ew e ku di nava civakê de tirsê çêkin. Lê wê ev êriş îradeya gelên herêmê xurttir bike.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd spartin axê.

Xalid El-Hesen li bajarokê El-Keramê yê rojhilatê bajarê Reqa ji hêla şaneyên çeteyan ve hatibû şehîdxistin.