Li gorî agahiyan, li devera Hîzama başûr ya bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundir û endamên “Dîfa Wetenî” ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê de alozî derket.
Êvara Şemiyê li devera Hîzama başûr ya bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundir û endamên “Dîfa Wetenî” ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê de alozî derket. Ev alozî piştî porvakasyonên endamên “Dîfa Wetenî” derket.
Beriya niha jî “Dîfa Wetenî” li bajarê Qamişlo alozî derxistbû. “Dîfa Wetenî” êrişî sîvîlan û bendên kontorê yên Hêzên Ewlekariya Hundir kiribû.