Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku balafira bêpîlot ya artêşa tirkî bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ewleyiya herêmê, li başûrê Kobanê maleke sîvîlan bombebaran kir. Fermandariyê herwiha bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku erkê xwe pêk bîne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê, têkildarî êrişa hawayî ya dewleta tirkî ya ser gundekî başûrê Kobanê ku di encamê de sîvîlek birîndar bû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: ” Îro (22.01.2021) balafireke bêpîlot ya artêşa tirkî ya dagîrker li gundê Memîtê yê li başûrê Kobanê li malekê da. Di encamê de gundiyek birîndar bû. Em soz didin ku tevî astengiyan emê xebata xwe ya parastina herêmên xwe, parastina sîvîlan û ewleyî û aramiyê bidomînin. Dibare em bang li Koalisyona Navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên domdar yên dewleta tirkî erkê pêk bîne.”






