Balafirên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker gundê Giriyan yê bajarokê Çemankê yê girêdayî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Di encamê de 3 gundî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan Rojnews’ê, balafirên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker gundê Giriyan yê bajaroka Çemankê yê ser Dihokê bombebaran kir. Li gorî şahidên bûyerê di bombebaranê de 3 gundî birîndar bûne.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Dihokê.
Ji ber bombebaranê ziyan gihîşt malên welatiyan.
Berî vê êrişê jî balafirên Tirkan herêma Balekayetî bombebaran kirin. Di encamê de 250 bizin û mihên welatiyekî telef bûn.






