Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kulên dilê Erdogan ; Gezî û Kobanê

25/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
 “Beqaa” çû “teror” hat
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Du serhildan, du kulên bêderman, du dozên tolgirtin û çewisandina civakê.

Her du serhildan jî bê serok û bê rêber bi awayeke xwezayî ji hêla gel ve hatin destpêkirin. Yek li dijî hewldanên dîktoriyê bû, a din jî li dijî hewldanên dagirkerî û qirkirinê bû. Her du jî bi serketin û di dilê Erdogan de bûn brînên kûr û bêderman.

Bi ser desthilatbûna Erdogan re 11-12 sal derbas bûbûn. Bi saya qadroyên cemaeta F.Gulen ê şirîkê xwe pergala dewletê teslîm girtibû. Herçiqasî di navbera wî û Cemeatê de şer û pevçûn destpêkiribin jî disa jî di serdema xwe ya herî hêzdar de dijiya. Bi serê pozê xwe bi her kesî re diaxiviya. Desthilatdariya mitleq, hêzdariya mitleq û bêpîvan Erdogan bê hiş û bê aqil kiribû. Ji bo Erdogan êdî tu nirx û pîvan derbasdar nebûn. Vîna civakê tine dihesiband û mudaxleya jiyana civakê dikir. Hewl dida li gorî xwe teşeyekê bide civakê. Ev kiryarên xwe jî ji bo xwe weke mafeke herî rewa didît.

Tam di serdema ku Erdogan digot “her ezim ku ezim” di 28’ê Gulana 2013’yan de bi destpêkirina berxwedana Geziyê civakên Tirkiyeyê şeqameke wisa li bin guhê Erdogan dan ku heta û hetayê jibîr neke.

Serhildana Geziyê nêzikê mehekî berdewam kir. Li gorî daneyên polîsan di 79 bajaran de ji 4,5 milyon kesî zêdetir welatî tevilê serhildanê bûn. 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes hatin binçavkirin, herî kêm 8.163 welatiyên sivîl û ji 900 kesî zêdetir polîs brîndar bûne.

Di berxwedana Geziyê de hemû reng û dengên civakên Tirkiyeyê cudakriyên xwe li milekî hiştin û li dijî faşîzma Erdogan mil dan hevûdu û ji Erdogan re gotin “êdî bes, hedê xwe bizanibe”. Cara yekemîn tirs û xofa têkçûnê xistin dilê Erdogan. Him li hundir û him jî di qada navneteweyî de “qarîzmaya” wî ya debdebe bi erdêve dirêj kirin û dan ber kaşkaşê.

Bi qasî salekê dem bi ser berxwedana Gezî re derbas bûbû. Erdogan hêj tam nehatibû serhişê xwe. DAÎŞ’ê di 24 saetan de bajarê Iraqê yê herî mezin ê duyemîn Musil di 24 saetan de bi tevî tang û top û cebilxaneyê wî ve desteser kiribû û di serdema xwe ya herî hêzdar de bû. Hêza ku karibûya li ber êrîşên DAÎŞ’ê li ber xwe bida tine bû. Di wê serdema xwe ya herî hêzdar de berê xwe dabû Şamê. DAÎŞ’ê li ser daxwaza hevalbendê xwe yê qedîm Erdogan plansaziya xwe ya dagirkirina Şamê taloq kir û ji nişkeve berê xwe da Kobanê. Erdogan bi serkeftina DAÎŞ’ê gelek bawer bû.

Kobanê hêlîna destpêka Şoreşa Rojava û kelheya berxwedana kurd a herî girîng bû. Erdogan dixwest bi destê hevalbendên xwe çeteyên DAÎŞ’ê di wargeha destpêkê de dawî li Şoreşa Rojava bîne û Rojavayê Kurdistanê dagir bike, vîna kurdê azad bişikîne, hemû destkeftiyên civaka kurd tine bike û şûrê destê DAÎŞ’ê deyne ser stûyê civaka kurd û derkeve pêşberê alîgrên xwe û xwe qehereman îlan bike û “qarîzamaya” xwe ya debdebe ya ku berxwedêrên Geziyê bi erdê ve kaşkaşî kiribû ji erdê rabike.

Erdogan dijberiya xwe ya li dijî kurd di bin rûpoşa pêvajoya çarseriyê de û bi awayeke nixumandî dikir. Piştî êdî ji sedî sed bi serkeftina DAÎŞ’ê bawerî anî û li Dîlokê bi şahnazî bendewariya xwe ya ketina Kobanê anî ziman civaka Kurd rabû ser piyan û got “êdî bes e, emê destûr nedin hewldanên te û çeteyên te biserbikevin”.

Piştî berxwedana Geziyê civaka kurd jî bi berxwedana xwe ya 6-8’ê Cotmeha 2014’yan şeqama duyemîn a ku ti caran Erdogan jibîr neke li bin guhê wî dan. Berxwedana kurd li seranserê Kurdistanê 3 rojan berdewam kir. Polîs û leşkeran nedikarin xwe û avahiyên xwe biparêzin. Li gorî daneyên polîsan 48 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. 682 welatî birîndar bûn û bi sedan kes hatin bincavkirin. Civaka Kurd bi berxwedana xwe li derûdora Kobanê bû mertal û şahnaziya Erdogan a ketina Kobanê di qirika wî de hişt û jiyan li wî û DAÎŞ’a wî kir kabûs.

Her du serhildanan jî li dijî helwestên Erdogan bi biryardariya gel, li ser hîma herî rewa û herî mafdar dest pê kirin. Berpirsiyar û bersûcê her du serhildanan jî Erdogan bixwe ye. Erdogan bi xwe jî bi vê heqîqetê dizane. Lewre ji bo berevajîkirina heqîqetê ti rê û rêbazên kirêt û derhiqûqî nemane ku serî lê nedabe. Niha bi hewldanên dozên nû dixwaze bi darê zorê, bi biryareke derhiqûqî ya dadgehê berpirsiyarî û sûcê xwe bike stuyê S.Demîrtaş û O.Kavala.

Dixwaze her du serhildanan jî ji wateya xwe dûr bixe, bihetikîne û di çavê gel de bêrûmet bike. Ji bo wê bi dehan derew rêzkirin û bi ser çapemeniya hewzê re weşandin lê bi serneketin. Bi dehan doz vekirin dîsa biserneketin. Doz bi bereatê bi dawî bûn. Lê ji bo nixumandina heqîqetê dev ji hewldanên xwe yên kirêt bernedan û dê bernedin.

Li gel hemû hewldanên wanên kirêt û derhiqûqî ruhê Geziyê bû bingeha pêkhatina tifaqa muxalîf a li dijî Erdogan û bidestxistina şaredariyên metroplên Tirkiryeyê.

Ruhê Kobanê jî bû bingeha serkeftina Şoreşa Rojava û bingeha berxwedana kurd a li dijî şerê topyekunê ku ji 2015’yan vir ve bê navber berdewam dike.

Bi kurtahî her du serhildanan encamên gelek girîng derxistin û derdixin holê. Lê wisa xuya dike ku bi van encamên xwe yên girîng di dilê desthilatdariya Erdogan de birînên kûr û bêderman vekirine. Erdogan mirina desthilatdariya xwe di van her du birînan de dibîne.

Doza Kobanê ya nû ya ku her du hevserokên berê S.Demîrtaş û F.Yüksekdag jî nav de derbarê 108 siyasetmedarên kurd de hatiye vekirin û bi destê dadgeha heremî ya îstînafê bi hincetên vingûvala betalkirina biryara bereatê ya derbarê 9 kesan a di doza sereke ya Geziyê de ku O. Kavala jî nav de ye nîşaneyên kûrbûn û bêdermanbûna wan birînan in.

Roj bi roj bilind bûna berxwedana xwendekarên zanîngeha Bogazîçî, berxwedana karker û kedkaran, berxwedana zîndanan, berxwedanên civakê yên cûrbicûr êşa wan her du brînan girantir dike. Tirs û xofa wan zêdetir dike. Lewre bi van her du dozên dawîn him dixwazin tolê bigrin û  him jî dixwazin civakê çavtirsiyayî bikin û pêşî li berxwedanên nû bigrin.

Belê, ev her du hewldanên dozên nû hewldanên tolhildanê û çewisandina civakê ne. Lê şeqama civakê ya sêyemîn dê wisa wan bi erdê ve dirêj bike ku careke din nekaribin rabin ser xwe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.