SERDEM SILO
Nêzî sî sal di ser temenê rêveberiya kurdî ya li herêma Kurdistanê re derbaz bûye. Dema ku mirov bi van salan difikire di hundirê xwe de dibêje ku her tişt li vî welatî asayî ye, lê dema ku ji hemwelatiyekî herêmê derbarê jiyanê û rêbazên jiyanî li wir çawa ne de dipirse, bê guman bersiva wî û bi taybet di vê demê de ewe ku “hikûmet mûçeyên karmendan nade, kehrebe rojane ji 8 saetan zêdetir peyda nabe, buhaya zimhêrê û kiriya xaniyan bilind e”.
Di dema ku mirov ji cotkarekî bipirse, dê bêje: “ziyana me salane zêde dibe, hikûmet jî hemû kelûpelan heta hêkan jî ji Tirkiyê û Îranê hawirde dike”. Ev çend sal in ku cotkar ji ber ziyan û tunebûna alîkariya hikûmetê berhemên xwe têk dibin.
Weke tê zanîn herêma Kurdistanê bi neft û berhemên xwezayî dewlemend e, lê hemwelatiyên herêmê bi taybet hemwelatiyên gundên çîyayî nikarin madeyên sotemeniyê peyda bikin. Hemwelatî ji ber belavnekirina hikûmetê ji neft û kehrebeyê re gilî dikin. Li aliyekî din ev çend sal in herêm ji ber gendeliya di saziyên hikûmetê de aloziyeke darayî ya giran jiyan dike. Her wiha diziya ku dibe ku deyên li ser hikûmetê kom bûne 28 milyar dolarên Emrîkî derbaz kirine.
Piraniya welatiyan û bi taybet Kurd ku dibînin herêma Kurdistanê spargeheke guncav ji bo Kurdên ji sîstemên dagirkeriyên Kurdistanê yên parçeyên din (Tirkiye, Îran û Sûriye) direvin, di xeyalan de ne. Lê dema ku kesên li azadiya xwe digerin derbasî herêmê dibin, berûvajî xeyala xwe dibînin. Weke gotina ku dibêje “Yê dîtiye ne weke yê bihîstiye”, evan kesên xwe avêtine herêma Kurdistanê niha neçar in li cihekî din bigerin û li derveyî herêmê azad jiyan bikin.
Dema ku mirov warê xwe û cihê zaroktiya xwe li parçeyekî Kurdistanê çi li Tirkiyê, Sûriyê yan Îranê ber dide, çavên wî li herdu bajarên mezin Silêmanî û Hewlêrê ye, ku têde gelek avahî û molên mezin têde hatine avakirin, nemaze avahiyên mezin weke sîstema Ewropa dibîne, bê guman mirov difikre ku jiyan li van herdu bajaran gelekî ji bajarên din xweştire û dûrî sîstemên dagirkeriya Kurdistanê dikine. Lê piştî ku mirov derbazî van herdu bajaran dibe dibîne ku ne weke xeyala wî ne û dikeve aloziya peydakirina xaniyekî û rêbaza wergirtina karta niştecîbûnê jî gelekî zehmet e, eger karibe werbigire.
Kesên ku li azadiya xwe digeriyan bi hezanan kîlomître derbas dikin da ku bigihêjin Hewlêr û Silêmaniyê. Piştî ku derbasî van bajaran dibe pêwîst e serdana aliyên têkldarî penaberan (hêzên ewlehî û asayîşê û saziyên ewlekarî yên din) bikin. Li vir pirsa yekemîn ku ji wan tê kirin girêdana wan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re yan bi partiyekî rikberiya siyaseta Partî Demokratî Kurdistan (PDK) dike re ye. Tu çima hatî vir? Her wiha gelek pirsên istixbaratî yên din. Dema ku têbîniyek an nîşaneke çalakiya partiyane tê dîtin dê ji cihê hatiye re were vegerandin. Ev rastiyek e û divê di ber çavan re bê derbaskirin.
Gelek caran istixbarata herêmê welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji desthilatdariya Tirkiyê reviyane, radestî dewleta Tirk dike. Her wiha li deverên di bin desthilatdariya PDK’ê de ne gelek welatiyên Kurd û bi taybet yên Bakurê Kuridstanê tên girtin û gelek ji wan girtiyan hê jî çarenûsa wan ne diyar e. Herî dawî du welatiyên Bakurê Kurdistanê yên bi navê Hacî Yildirim û Metîn Adogit di rewşeke ne diyar de li zîndaneke Hewlêrê bûn qurbaniya siyaseta PDK’ê.
Kesên ji Rojavayê Kurdsitanê jî divê yan li kampên koçberan bijîn ku kar ji wan re qedexe ye, yan jî dê beşdarî hêza bi navê “Pêşmergeyên Roj” bibin da ku xizmeta malbata desthilatdar li herêmê bikin û da ku karibin debara xwe bikin û bikevin bin fermana vê malbatê.
Tevî ku herêm aloziyeke darayî ya giran jiyan dike, lê dîsa jî hêzeke ne rewa û derveyî destûra Îraqê yên weke “hêzên leşkerî yên kurdî û partiyên Rojhilata Kurdistanê û hêza bi navê Pêşmergeyên Roj û Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS)” fînanse dike. Nemaze hêzên girêdayî PDK’ê. Bexdad ji ber vê dosyê gelekî tengezar dibe û ev dosya yek ji dosyên herî zêde di navbera Bexdad û Hewlêrê de bi nakok e. Bexdad bi israr ji PDK’ê dixwaze ku alîkariya xwe bi van hêzan re li ser hesabê gelên Îraqê rawestîne.
Eger herêma Kurdistanê spartgeheke aram bûya, bê guman rêjeya koçberiyê zêde ne dibû. Salane bi sedan ciwanên herêma Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewropa û bi taybet ji deverên di bin desthilatdariya PDK’ê de ne. sedema vê yekê jî girt û astengiyên hêzên ewlehiyê ji welatiyan re ye û rêjeya bêkariyê jî her dice zêde dibe û peydakirina kar ji ciwanan re gelekî zehmt bûye.
Kesên ku bi hezaran kîlomître derbas kirine da ku li herêmê bi cih bibin jî bi çavên xwe vê yekê dibînin û hewl didin berê xwe bidin welatekî din û dizanin ku tişta ku li ser ekranên telefîziyonan dibînin hemû derew e û siyaseteke ku PDK’ê dide meşandin û ji xwe re dibêje “Yê dîtiye ne weke yê bihîstiye”






