Idrîs HENAN
Hîsên berxwedanê nahêle ku mirov bi borîna rojan bihese. Tenê kêliyên bi êş cokên damaran vedikolin û cehra bendewariyan têde diherikînin. Êş ne wendahî û ne jî mirina bi rûmet e. Berovajî; eger wendahî û mirin di oxira hêviyên mezin de bin, zafera herî misoger e. Lê êşa ku em behsê dikin ew e; kêra li piştê ye! Hemû kêr jî dilê mirovan naêşînin. Lê dema kêrvan bira, xwişk û xizim be, wê çaxê bêhna ixanetê difore û mejiyê mirovan tevlî hev û din dike. Eceba di ser vê êşê re ti êşeke din a beloq heye mirov qalê bike?
Gelê me yê Efrînê li kampên penaberan li kantona Şehbayê fena mêşên hinguv helik û kewareyên berxwedanê ava dike. Ti caran guhên xwe ji vedenga çiyayan dûr nekiriye. Ne jî çavên xwe ji asoyê çiyayê Parse Xatûn û Lêlûnê birandiye. Dilê xwe li navenda Efrînê lê dide û semayan li ber hêviyên xwe digerîne. Bi dahol û zurneyan, bi kokên zeytûn, çinar û merxan, bi libên axa sor û gewir, bi kêlikên bav û kalan, bi bilindahiya çiyayê gewir û deşta cûmê, bi eshab û ewliyayên xwe, rojane sond dixwe û dilsoziya xwe dubare dike ku wê vegere. Ecîndeya rojê çibe bila bibe, di nav xêzikên wê de bondekî pe’in a vegerê heye. Mîna bîsmîlahan roja xwe bi selewatên vegerê dest pê dike. Di nivînên sar ên koçberiyê de jî, çav-vekirî xwe dirazîne. Xew nake lê ji wesitîna bendeweriyê re di nav xeyalên berxwedanê de xwe dirêj dike û libên darên zeytûnê yek bi yek dihesibîne. Dîsa jî tîna wî ya vegerê têr nabe. Ancax vegerek bi heybet a zafereke mezin be. Wisan plan dike. Çawa ku nexşeyek be xêzên çep û rast têde dikişîne. Hemû xêzên nexşeyê jî berê tîra wan navenda dil e.
Carinan dengên kirêt ên koviyên dev bi xwîn di guhên wî re derbas dibin. Bi qasî ku zirîn bi ser ketiye, nema tê zanîn ka çi ajalekî xwînvexwar e?. Eceba dêw, keftar an dirindeyekî didan dirêj ê bê esil û nesil e?. Dibe ku mirovek xwedî nasnameya axê yê bê kok be? Dibe jî rewrewa seyekî di ber kerwanê hêviyên rastiyê re ê bi qoç be? Lê dîsa jî xem nake, ne ew û ne jî ewên dîtir, mûyek be jî, dikarin rûyê azweriyên dilxwaziya Efrîniyan biguherin.
Dikarin li ser her ekranekê li dijî vîna Efrîniyan weke nasnameya “Kurdekî” jî bifezlikin. Heya têr dibin, dikarin derew û bê bextiyan bikin, heya ji wan bê, dikarin çermên xwe biguherin, gengaze pelçim û giyayên mirdar ku di berkoz û axirên neyaran de hişîn hatine de li xwe bikin û hewl bidin bê bextî, bê sincî û xwefiroşiya xwe veşêrin. Lê ti carî nikarin paşiya xwe ya rût bisitirînin.
Piştî sê salan, sê êşan, sê mirinan û sê kêran, weke teyrên parçekirî yên pêxember Îbrahîm Xelîlan, parçeyên bedena kokên Efrînê zindî dibin. Çiqas laş hatibe hetikandin, qutkirin, tecawizkirin û şewitandin, hîna jî rehên jiyanê di bin axa gerim a bi bereket de xweş û zindî dibin. Zîl didin, hişîn dibin û bi ber dibin. Libên xwe fena guleyan di sîngê neyar, dagirker û xwefiroşan de diçikin.
Êşa ji derbeya kêrvanê xedar diêşîne, lê kêrvan hayî ji xwe nîne ku stûyê wî li ber kêra celad û batronê wî ye. Dilopên xwîna reş a genî jê deherikin, lê hîna jî pê nehesiyaye ku dê bibe berxikê cejna têkçûna celad û neyarên dara zeytûnê.






