Zekî BEDRAN
Dewleta tikrî meleneta xwe li ser Sûriyê didomîne. Roxîneke mezin hat serê Sûriyê. Bedelên giran dan. Digel vê dewleta tirkî nasekine. Li milekî DAIŞ û El Nûsre di navê de, tevayiya çeteyên dijminên mirovayiyê di binê sêwana xwe de kom kirine, li milekî jî Idlib jî di navê de li tevayiya herêmên Sûriyê yên dagîr kirîn li hemberî gel van bi kar tîne. Çawa ku mûxalefeta Sûriyê bin wan pêşkêşî dinyayê dike. Navên weke “Artêşa Milî ya Sûriyê” li wan dike. Li hemberî artêşa Sûriyê artêşeke din ava dike. Eger hin li hemberî Tirkiyê tişteke wisa bikin wê wê qiyametê rake. Lê li ser erdê xelkê vê ji xwe re normal û maf dibîne.
Tirkiyê Ixwanî bi tevayî xistine binê parastina xwe û bi xwe ve girê dane. Vê hêzê li hemberî welatên erebî jî bi kar tîne. Halê hazir dewleta tirkî ji bo dewletên erebî tevan xeter e. Ne welatên erebî tene, di serî de Ewropa ji bo dinyayê tevê xeter e. Ji bo ku DAIŞ li ser piyan bimîne her tiştî dike. DAIŞ nemîne jî ji hêzên çekdar yên li dora xwe kom kirîn çend DAIŞ derdikevin. Li milekî wan li hemebrî Ewropa bi kar tîne, li mile din ji Libya heta Ermenistanê ji bo dagîrkeriya xwe bi kar tîne. Tirkiyeke ku ji bo aştiya dinyayê tehlûke ye li pêşberî her kesî sekiniye. Tirkiye herêmên li Sûriyê dagîr kirîn bes nabîne. Dixebite vê dagîrkeriya xwe fireh bike û aramiyê xerab bike. Ji bo wê bi mehan e herêmên Eyn Îsa û Til TEmir di binê êrişê de dihêle. Bi heman awayî li xeta Til Rifet û Şehba jî êrişên xwe didomîne. Herî dawî di topbaran Til Rifet de 2 jê zarok 3 kes şehîd kirin. 6 kes jî birîndar bûn. Jixwe li Efrînê sûcên li dijî mirovayiyê bênavber didomîne.
Rûsya di nava van bûyeran tevan de ye. Li gorî lihevkirina bi QSDê re parastina sînor girtine ser xwe. Digel ku QSDê li gorî lihevkirinê tev digere, Tirkiyê di kirina sûcan de dewam dike. Ti mafê Tirkiyê li ser Erdê Sûriyê nîne. Ti kesî Tirkiye dawet nekiriye. Bi zordariya xwe ketiye Sûriyê. Gel dikuje û dixwaze di rêveberiya welat de bibe xwdîgotin. Rûsya dikare peymana lihevkirinê dayne pêşiyê û sînordar bike. Li Rûsya li şûna wisa bike li dûv hesab û berjewendiyên cuda ye.
Li hemberî van tevan rêveberiya Şamê li kû ye û çi dike? Rêveberiya Şamê gel li ciyekî hiştiye. Hesabê wê tev li ser wî qasî ye ka wê çawa li desthilatdariyê bimîne û weke berê welat bixe binê kontrola xwe. Di rojeva wê de nîne ku li ser gel bifikire, yekîtiya welat çêke. Tikiye ji Efrênê heta Serê kaniyê sûcên pir giran dike û dagîrkeriyê kûr dike. Berî niha jî şeş zarok kuştibûn. Komkujiya dawî jî di navê de rêveberiya Şamê rexneyekê jî nake. Halbiku kuştina zarok û sîvîlan li seranserê dinyayê sûcê şer e. Diviya Şam ji bo vê qiyametê rake. Di ser de Tirkiye hem erde Sûriyê dagîr dike, hem gelê wê dikuje, hem di hedefa wê de rejim heye. Diviya Sûriye di vê mijarê de dinya agahdar bikira.
Rêveberiya Şamê li şûna ku vê bike, hewl dike ku li bajarê Qamişlo ku ewlekarê heye û gel baş xerab jiyana xwe didomîne, tevlîheviyê derîne. Hişmendiya Şamê ev e; tişta ne ji min re be, bila tine bibe. Halbiku gelên bakur rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê her tim dibêjin em ji bo yekîtiya Sûriyê û demokrasiyê amade ne bi Şamê re hevdîtinan bikin. Ev nêzîkatî şansê çareseriya pirsgirêkan dide. Lê rejim li şûna çareseriya mayînde li dû wî qasî ye ku birînên nû vebin û xwîn pirtir birije. Ev siyaset Şamê xurt nake û yekîtiya Sûriyê hêsan nake. Di ser de ji dewleteke weke Tirkiyê re û erdê wê dagîr kiriye dibe alîkar.
Divê rêveberiya Şamê para xwe di alozî û xerabûna Sûriyê de bibîne û bizane ku êdî hişmendiya Baasê tiştekî ku bide gelan nîne. Gelên Sûriyê jî, rejim jî di navê de divê neyên lîstika hêzên ku dixebitin wan bînin hemberî hev û di vê mijarê de şiyar bin. Herwisa divê dev ji mafê xwe yê têkoşîna ji bo demokratîk bernedin. Weke din divê ji bîr nekin ku erkê wan e ku li hemberî êrişên dagîrkeran amadekariya parastineke mezin ya şer bikin.





