Derwêş M. Ferho
Di saziyên perwerde, kultûr, siyaset û civakê de yek ji girîngtirîn xebat hebûna pirtûkxane û arşîvê ye. Ji destpêkê ve Enstituya Kurdî ya Brukselê bi vê baweriyê kar dike. Heta ji me hat di nava Enstituyê de ev xebat bi rêk û pêk hat domandin.
Xwedê bela xwe li nîjadparêz û faşîstên dewleta Turk bide. Di Mijdara 1998 de, dema serokê Tevgera Azadiyê Rêzdar A. Ocalan li Roma/Îtalya bû rêvebirên dewleta Kemalîst ferman dan alîgirên xwe û daxwaza çalakiyan di hember Kurdan de kirin. Wezîrê Karê derve yê wê demê weha bang dikir. “Hemwelatiyên me Turk li ku ne? Çima di hember dijmin û terorîstan de bêdeng dimînin?” Roja din bi qasî 300 nîjadparêz û faşîstên Turk hêrîşî Enstituyê kirin û xanî dan ber agir. Komeleya çandî ya Kurdistan û Komeleya Suryaniyan jî nesîbê xwe ji wê wahşeta Turkan stendibûn. Enstitu û Komele di roja 17ê Mijdara 1998 de bi temamî hatibûn şewitandin.
Me di wê wahşeta Turkan de ji 5000 pirtûkan zêdetir û 80 % ji arşîvê hunda kir. Rayedarên Turk dixwastin bi vê waşetê re darbeyek mezin li Enstituya Kurdî û komelê bixin ku hew bikaribin li ser piya bisekinin. Lê hesabê dewleta Turk negirt. Di nava 6 mehan de di hemû aliyan de Enstituyê avahiya xwe û di nav de ciyê xebatê û pirtûkxane/Arşîf ji berê baştir kir. Hêdî hêdî me beşekî mezin ji arşîva xwe li hev da hev û zor da daneheva pirtûkan ji bo pirtûkxanê. Êdî ne li ciyekî, lê li du ciyan me pirtûkxane û arşîv damezrand. Li Brukselê û li Antwerpen. Ji wê rojê û pê ve bi hezaran kes, bi taybetî xwendekar û lêkolîner, li van her du ciyan ji pirtûk û arşîva me sûd werdigrin.
Berî çend salan rêzdar Hesen Qazî diyariyeke mezin, bi sedan pirtûkên bi zimanên cuda Pirtûkxaneya me zengîn kiribû. Wê demê min di medya de belav kiribû spasiya xwe jê re dabû zanîn.
Havîna buhurî, dîsa rêzdar Hesen Qazî têkilî bi me re çêkir û got “Prof Dr. Martin Van Bruinessen jî dixwaze beşekî hêja ji pirtûkxaneya xwe diyarî Enstituyê bike”. Pey çend têkiliyên telefon û e-mailan di 3ê meha Qanûnê de ez çûm û min ew diyariya mezin ji mala wî anî nav pirtûkxana Enstituyê. Bi sedan pirtûkên giranbiha li ser civak, siyaset û kultûra siyasî, etnografî, filolojî û gelên/etnîkên Turkiyê diyarî Enstituyê kir. Pirraniya van berheman bi Turkî ye, beşekî piçûk jî bi zimanên Ingilîzî, Kurdî, Farisî, Erebî û Kurdî ne. Xwediyê gelek berhemên zanistî, zanistê qedirbilind bi vê diyariya xwe em zengîntir kirin
Wek tê zanîn Prof. Dr. Martin Van Bruinessen xwediyê berhemên giranbuha ye. Berhemên wî ji demek zû de wek çavkaniyên zanist ji aliyê gelek lêkolîner, siyasetmedar û kesên din wek çavkanî tên bikaranîn. Wek tê zanîn, berhema Axa, şêx û dewlet têza wî ya doktora bû. Berhemên din mîna, Etno-Nasyonalîzma Kurdan dijî dezgeha dewletê, Nivîsên berhevkirî, Kurd û nasnameya wan ya siyasî, Kesê eslê xwe înkar bike haramzade ye, Kurdbûn, Turkbûn, Alewîtî: têkoşîna etnîkî û olî, … Gelek berhemên din li ser Kurdan nivîsîne. Bê goman li ser mijarên, welat û gelên din jî berhemên wî hene.
Bi rêya vê nivîsê ez dîsa spasiyên xwe ji mamosteyê hêja Prof. Dr. Martin Van Bruinessen re dibêjim. Bi sedan pirtûkên wî ji bo min û pirtûkxaneya Enstituyê xezîneyek gelekî mezin e. Temenekî dirêj, bextewar û xebatek xurt jê re hêvî dikim.






