Bi sedan şêniyên bajarê Helebê cenazeyê endamê fermandariya YPG’ê Xalid Reşîd ku di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, spartin axê.
Welatiyan bi karwanekî girseyî cenazeyê şehîd Xalid ji Nexweşxaneya Xalid Fecer ya li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê girt û ber bi goristana şehîdan ya li herêma Şiqeyêf ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê endamê rêveber yê Meclisa Malbatên Şehîdan Hacir Meho axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Meho diyar kir ku şehîd Xalid Reşîd têkoşîneke bêhempa meşand û li seranserê Sûriyê, bi taybetî li Efrînê bû mînak.
Piştî axaftinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan ya Helebê Bêrîtan Cedan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Di dawiya merasimê de, cenazeyê şehîd tevî tilîliyên dayîkan, hat veşartin.






