Namzetê serokê nû yê Emerîka Jeo Biden ji bo wezîrtiya karê derve diyar kirî Antony Blinken, dewleta tirkî rexne kir û got; ne weke hevalbendeke NATO dixebite.
Anthony Blinken dewleta tirkî rexne kir û diyar kir ku Enqere ku endama NATO ye, çawa ku ne endama vê hevalbendiyê be, dixebite.
Li gorî Reutersê ji ber ku dewleta tirkî sîstema parastina asîmanî ya S-400 ya Rûsya kiriye, wezîrê nû gefa hin cezayên din lê xwariye.






