Roja Çarşemê piştî nîvro agir girt stûdyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişlo. Hat diyarkirin ku agir ji ber temasa kabloyên kehrebeyê derketiye.
Hat diyarkirin ku roja Çarşemê di saetên piştî nîvro de agir bi stûdyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişlo ketiye. Di demeke kurt de erebeyên agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê û agir vemirandin.
Li gorî agahiyên ji rêveberên Stêrk TV dayîn agir ji ber temasa kabloyên kehrebeyê derketiye û di encamê de ziyana madî çêbûye.