Mihemed Şahîn
Di encama desthilatdariya AKP’ê ya 19 salan de rizîbûniya ku li Tirkiyeyê çêbûye êdî bîhna genî dide. Ew bîhna genî êdî diçe pozê hemû kesî.
Ji ber wê bîhna genî ye ku, anketên nêzîkê muxalefetê jî, yên nêzîkê hikumeta AKP-MHP’ê jî heman tiştî dibêjin. Di hilbijartineke pêşwext an jî ya 2023’an de têkçûyina desthilatdariya AKP-MHP vedibêjin.
Herku encamên anketan çûna wan a ji desthilatdariyê nîşan didin tirs û xofa wan jî zêdetir dibe. Herku tirs û xofa wan zêdetir dibe, dek û dolabên wan, zext û zorên wan, derew û hîleyên wan jî zêdetir dibin.
Erdogan û hevalbendên xwe tiştê ku di oxira dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe de nekin qurbanî tune ye. Hiqûq, edalet, nirx, pîvan, rûmet, exlaq, wijdan, aştiya civakî û pergala dewletê ya sed salî jî di nav de yek bi yek ji desthilatdariya xwe ya gemarî re kirin qurbanî. Niha hatine wê astê ku dewleta Tirkieyeyê bi xwe jî dikarin ji berdewamiya desthilatdariya xwe re bikin qurbanî.
Wisa xuya dike her ku ber bi têkçûyinê ve biçin dê ewqasî rageşiyê zêde bikin. Dê di bin navê “terorê” de êrîşên xwe yên li ser sazî û partiyên muxalîfan, êrîşên xwe yên li ser beşa civakê ya muxalîf roj bi roj zêdetir bikin. Dê hewl bidin hemû rizîbûna xwe ya ku bîhna genî dide bi têgaha “terorê” binuxumînin. Li gorî hişmendiya wan ên ne AKP-MHP’yî hemû terorîstin. Loma her ku hêjmara alîgirên desthilatdariya AKP-MHP’ê kêm bibin dê hêjmara “terorîstan” zêde bibe.
Ji geşedanên rojên dawîn tê fêmkirin ku du plansaziyên Erdogan hene. Yek bi nîfaq û defikan bêhêzkirin û belavkirina tifaqa Milet e. Ya din jî bi hevdîtinan xurtkirina tifaqa xwe ya Cumhûr e. Erdogan dizane ku êdî baweriya kesî bi têgaha “beqaayê” nemaye. Lewre di şûna têgeha “beqaayê” de plansaziya xwe ya xurtkirina eniya Cumhûrê û belavkirina tifaqa Miletê li ser têgeha “terorê” ava dike.
Ji bo eniya tifaqa Cumhûrê xurt bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike bi Huda-Par, BBP, DSP û rûspiyên Partiya Saadetê ku hemûyan komêser hev bikî ji sedî yek dengên wan tune ne re yek bi yek hevdîtinan pêk tîne. Bêguman ev yên xwiyayî ne. Yên nexwiyayî bi kê re û li ser çi bazarên kirêt tên kirin nayên zanîn. Ya balkêş Erdogan van hevdîtinên xwe weke xurtkirina eniya li dijî “terorê” pênase dike. Lê hemû derûdor dizanin ku Erdogan di tatêla parastina desthilatdariya xwe de ye.
Erdogan bi vê helwesta xwe nîşan dide ku dê têgeha “terorê” tenê ji bo xurtkirina eniya Cumhûrê bikar neyne. Di heman demî de dê ji bo belavkirina eniya Mîletê jî bikarbîne.
Helwesta wan a li dijî HDP’ê û DTK’ê wê armanca wan a kirêt teşhîr dike. Bin navê lêpirsîna Kobanê û DTK’ê de qirkirina siyasî ya derhiqûqî û bê pîvan bênavber berdewam dike.
DTK ya ku ji hêla serokwezîr Erdogan, serokê Meclîsa Tirkiyeyê demê Cemîl Çîçek û gelek rayedarên dewletê ve bi awayeke fermî dihat qebûlkirin weke rêxistineke îlegal îlan kirine û bi hezaran kesên ku rêya wan bi DTK’ê ketibin bi cezaya “endamtiya rêxistinê” tên cezakirin. Roj tune ye ku çend kes ji endamtiya DTK’ê di navbera 7 û 15 salan de ceza negrin.
Îdîanameya ku piştî 6 salan di çarçoveya lêpîrsîna Kobanê de, her du hevserokên HDP’ê yên berê jî navde ji bo 108 siyasetmedarên Kurd û dostên wan hatiye amadekirin nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê berdewamiya hebûna xwe di şexsê HDP’ê û DTK’ê de bi tasfiyekirina siyaseta Kurd ve girêdaye. Lewre dê êrîşên qirkrina siyasî yên li ser siyaseta Kurd bê navber berdewam bikin. Dê hewl bidin HDP’ê bin têgeha “terorê”de ji hemû hêlan ve dorpêç bikin, bêbandor bikin û bi awayeke fizikî tasfiye bikin. Dê hewl bidin tasfiyekirina HDP’ê bi têgeha “terorê”meşrû nîşan bidin û dê hewl bidin bi têgeha “terorê” nifaqê têxin nava tifaqa Miletê wê jî parçe bikin. Endama “terorê” îlankirina seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoğlu û êrîşên li ser ESP’ê netesedufî ne.
Lê, pratîka 30 salên dawîn dibêje, dê encam de ew herin sergoya dîrokê lê siyaseta Kurd û HDP dê li cihê xwe bimînin.






