Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê bibinin ka ev bihar bihara kê ye?

18/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Li Farqînê di nav eşîra Badika de bi navê ‘Çûrê Kanikî’ kesek hebû. Lê didan, li erdê dirêj dikirin, di nav xwinê de dima, lê dema radibû ser xwe digot “Lawo we xwar..”

Dewleta Tirk a dagirker jî wek ‘Çûrê Kanikî’ ji gerîla darbên mezin dixwe, lê dema vedigerê Enqerê divê ‘We dît? me PKK qedand’.

Dema ku dîtin Tevgera Azadiya Kurdistanê neqediyaye, radibin bi daxwiyaneke nû dibêjin “Bihara pêş me, em ê PKK’ê bi temamî tune bikin” Bihar tên derbas dibin lê PKK cardin naqede. Li ser vê yekê li hin rê û rêbazên ku civakê bixapînin û îkna bikin, digerin.

Di van salên dawî de êdî li van rê û rêbazan nedigeriyan. Di dest wan de qalibeke bersivê hebû. Êrişkirina HDP’ê.  Êrişkirina siyaseta kurd a legal. Beriya êrişê civak jî qanîh kiribûn ku HDP ji bo vî welatî talukeya herî mezin e.

Di dema faşîzma AKP’ê de ev êriş bûn rutîn. Her roj sibehan di ajansan de nûçeya yekemîn; êrişên malên siyasetmedarên kurdan bûn. Êdî ev êriş û desteserkirin wisa ji rêzê bibûn, nedibûn xeber jî. Lê me ji hejmara kesên hatine binçavkirin û ji mezinbûna êrişan dizanîbû ku şevek berê çi hatiye serê wan û ji gerîla çi darbê xwarine. An jî çend sortiyên balafirên wan ên bi dehhezaran Dolarî encam negirtine.

Di sala 2020’an de dewleta Tirk a dagirker ji xwe pir bi bawer bû. Digot; bi êrişkirina Qadên Parastinê yên Medyayê em ê encamê bigirin. Digot; va me hin hêzên kurdan jî girtine cem xwe û bi hevkariya wan, em ê encamê bigirin. Lê nebû. Cenga Heftanînê, bersiva gerîla ya bi metodên serdemê, herêm ji wan re kir goristan.

Her ku gerîla operasyonek dibir ser wan li Tirkiyê qeyrana aborî, siyasî û civakî kurtir dibû. Bi bersiva gerîla, Dolar û Euro jî bi xwe re bilind dikir.  Dema ku qrîza aborî kûr bû, diviya ji bo civak were îqnakirin argumaneke nû hebûya. Girtin û êrişên li ser siyasedmedarên kurdan jî êdî nedibûn bersiv. Di demeke wiha de girtina partiya HDP’ê xistin rojeva xwe. Bi rojan e hemû kanalên televîzyonên wan li ser vê mijarê weşanê dikin. Lê em baş dizanin wê  HDP neyê girtin. Heger HDP bê girtin, piştî ku ji gerîlayên kurdan derbê xarin wê vegerin êrişê çi-kê bikin?

Zivistan e. Her zivistan digotin vê biharê em ê gerîla biqedînin. Lê êdî civak jî bi derewên wan hesiyaye û bawerî naynin. Ji bo derbên di sala 2020’an de ji gerîla xwarî, nikare vê hevokê dubare bike. Ji bo vê yekê bi du plana girtina HDP’ê ketibûn. Ev plana wan ya nû ya girtina HDP’ê wê hetanî demeke di rojeva wan de bimîne. AKP bi vê plana xwe dixwaze jidestçûyina desthilatdariya xwe ji bo demek bide seknandin. Dixwaze bi vê planê bêhn û nefesekê bistîne.

HDP jî li hemberî vê plana wan planeke berxwedanê ya nû daniye pêşiya xwe. HDP ji niha ve amadekariya biharê dike. HDP jî texmîn dike di biharê de dema ku ji gerîla derb xwar, wê berê xwe bide partiya wan. Ji bo vê yekê HDP dengê di 8’ê Çileyê de ji kolanên Wanê bilind bû xurt kir. Li gelek deverên dinan jî ji îro deng bilind dibin û tevlî nav dengê Wanê dibin.

Lê êdî qedera biharan, gerîla destnîşan dike. Gerîla jî ji bo biharê amedekariyeke mezin dike. Bi tarz û rêbazên nû li benda bihara wan in. Ka em ê binêrin ev bihar wê bibe bihara kê?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.