Yekîtiya Ewropa cezayên nû li hikumeta Şamê birîn, navê Wezîrê Karê Derve Feysel Miqdad jî di lîsteya cezayan de ye.
Yekîtiya Ewropa ceza li 7 wezîrên hikumeta Şamê birî ku wezîrê karê derve Feysel Miqdad jî di nava wan de ye.
Konseya Yekîtiya Ewropa di belgeyekê de ku di kovara xwe ya fermî de weşandiye wiha dibêje: “Miqdad yê ku di Çileya borî de, piştî Welîd El-Mûelim di hikumetê de bû wezîr, ji kiryarên şidetê yên ku rejima Sûriyê li dijî sîvîlan pêk tîne, berpirsyariyê digire.”
Lîsteya cezayan ya li dijî Sûriyê zêdeyî 300 kesî tê de ne û Beşar Esed û malbata wî jî di navê de ne. Herwiha bazirganiya bi tevayî bi Sûriyê re hat qedexekirin.






