Wezareta Parastinê ya Emerîka (Pentagon) di çarçoveya temamkirina vekişîna bilez ya ku berê hatiye ragihandin de, jimara hêzên xwe yên li Efxanistan û Iraqê heta 2 hezar û 500 leşkerî kêm kir.
Berpirsê xebata parastinê yê Emerîkî Christopher Miller got; jimara leşkerên Emerîka yên li Efxanistanê niha bûye 2 hezar û 500.
Miller di Mijdara derbasbûyî de plana Pentagonê ya ji bo vekişandina bi hezaran ji hêzên Emerîka ji Efxanistan û Iraqê bi hatina 15`ê Çile re ragihandibû.
Miller herwiha di daxuyaniyeke cuda de diyar kir ku jimara leşkerên Emerîka yên li Iraqê heta 2 hezar û 500 leşkerî hatiye kêmkirin.
Dema Miller Mijdara derbasbûyî plana vekişandinê ragihandî li derdora 4 hezar û 500 leşkerên Emerîka li Efxanistanê û 3 hezar li Iraqê hebûn.






