Di merasima cenazeyê şehîd Mehmûd Kirêt ya li bajarê Hesekê de, soza şopandina riya şehîdan hat dayîn. Herwiha nasnemayên du şehîdan hatin eşkerekirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSDê Mehmûd Kirêt (Fehd) bi merasimekê spartin axê.
Di merasima li goristanê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurezaq Ehmed axivî û got: “Wê dîrok bibe şahîda şehîdên ji bo azadî û rûmeta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirîn.”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê jî fermandar Birûsk Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd Fehd re xwest û got; şehîdan ji me re çirûska azadiyê pê xist. Em soz didin malbatên şehîdan ku riya zarokên wan bişopînin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.
Di merasimê de herwiha nasnameyên 2 şervanên QSD’ê şehîd Ebdullnasir Heloş (Dilşêr Menacîr) û şehîd Xelîl Hemdo (Agirî Menacîr) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûyîn, hatin ragihandin.
Di dawiya merasimê de cenazeyê şehîd di nava durişman de hat veşartin.






