Bi sedan Keldaniyan û şêniyên Dêrikê cenazeyê şervana Hêzên Sotoro, Alerya Yeqûb li Goristana Mar Yeqûb ya Keldanî spartin axê.
Bi sedan Keldanî, Hêzên Sotoro û Hêzên Ewlekariya Hundir ber bi mala şehîd Alerya Yeqûb ve çûn da cenazeyê wê bigirin. Piştî girtina cenaze berê xwe dan Dêra Mar Cercis ya Keldanî.
Piştî nimêjê berê xwe dan Goristana Mar Yeqûb ya Keldanî û bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd Alerya spartin axê.
Şehîd Alerya Yeqûb bi nasnav Aştar 15`ê Çile, di encama kirîza dil de, şehîd bû.






