Ahmet AKTAŞ
Di 20 ê Çileyê 2018’an de êrîşa dagirkerî ya dewleta tirka ya ser Efrînê hate despêkirin û piştî 58 rojan ev dagirkirin temam bû.
Erê êrîş û dagirkeriyên li ser hemû deverên kurdistanê, bi giştî gelê kurd xemgîn dike. Lê ev êrîş û dagirkariya li ser Efrînê pêkhat, mirov dikare bêje êşa wê hinek zêdetir bû. Ji ber ku birînên me yên dîrokî, careke din vekir û xwê berda birînê, lewma êş û kedera wê girantir bû.
Hema em bêjin. Vê êrîşê, piştî 80 salî, Tertela Dêrsimê anî bîra me. Her wiha ferman û êrîşa piştî 7 salan a li ser Şingalê anî bîra me. Bi kurtayî birînên me tevrakir. Em dikarin hemû qirkirinên kurdkuj ên Zîlan, Agirî, Mehabbat, Helebçe, Enfal, Sînema Amûdê û hwd.lê zêde bikin.
Lê taybetmendiyek giring a Dêrsimê û Şingalê û Efrînê ya hevpar heye. Di serî de li van her sê cihan jî jinên kurd hatine armanc kirin. Her wiha, li van her sê deveran, bi giranî gelê me yên Elewî û Êzîdî niştecih in. Him Kurd, him Elewî, him Êzîdî û him jî jin! Dema ku ev çar peyv gihiştin hev, dewletên dagirker û bi giranî ji dewleta tirka har û dîhn dibe!
Eger ev mijar ji aliyê dîrokî, felsefî û bîrdozî ve were şîrovekirin, rola jinê, di pêşvebirina civakê de hinekî li pêştir e. Bi giranî jî di vê dema dawî de, jinên kurd hîn pirtir ketine ber armanca dewleta dagirker û qirker a tirkan. Ji ber ku Tevgêra Azadiyê û Rêberê wê rola jinê derxist holê û jinên kurd jî bi wê rola xwe ya dîrokî rabûn û xwe bi raya giştî ve jî da pejirandin. Lewma hêzên hegemon ên cîhanî, li gel dewleta tirkan cih girtin; geh bûn hevalbend, geh jî çavên xwe li qirkirinên wan ên li ser jinên kurdan girtin.
Ma mînakên qirkirinên li Parisê yên Sakîne û Fidan û Leyla, yên li Silopî yên Fatma û Pakize û Sêvê û hwd.vê rastiyê ranaxe ber çavan?
Her wiha mînaka “Keçên Wendayiyên Dêrsimê”, bi hezaran keçên ji Şingalê hatin revandin û li bazaran hatin firotin, nuha jî heman wahşet li Efrînê jî tê meşandin. Ji xwe tê gotin ku van jinan, jiber qirkirina Dêrsimê, koçkirine Efrînê. Heman mijar, Parlementera HDP’ê Tulay, xistibû rojeva meclisa Tirkiyeyê, da ku li ser “jinên kurd ên Efrînî li Libyayê tên firotin” lêpirsîn were kirin.
Mixabin weke her caran, dîsa li ser vê mijarê jî cîhan; bêdeng e an jî dengekî pir lawaz heye.
Lê jinên Kurdistanê, êdî baweriya xwe bi viyan û bîrdoziya xwe aniye û rola xwe ya di pêşengtî û rêveberiya civakê de nas kiriye. Her wiha di şoreşa Rojava de û bi giştî di têkoşîna doza Kurdistanê de, rola xwe ya pêşengtiya Tevgêrê daye pejirandin. Êdî ti hêz nikare vê îradê û rolê ji desê jina Kurdistanî bigre.






