Derwêş M. FERHO
Bi biryara hikûmeta Hollanda stend meriv cudahiyeke darîçav di navbera welatên demokrasî di lêpirsînê de û yên serberdayî dibîne. Li aliyekî berpîrsiyarî, şerm, serbilindî, mezinahî, jêhatîbûn, xurtbûn û maf tê zanîn, gendelî gunehekî mezin e. Li yê din derû, xap, dizî, fêl û gendelî serbilindiye.
Di 15ê mehê de serokwezîrê Hollanda Mark Rutte bi hikûmetê re dev ji kar berda. Sedem diravên mehane ji bo zarokan, alîkariya kesan ji bo beşek ji kirê, yan ji bo malbatên di warê aboriyê de pêdiviya wan bi alîkariyê heye zêde hatiye dayin.
Bo zanîn, wan dizî, gendelî, nekiribû. Şaşiyek di sîstemê de hebû û di encamê de ji gelek malbatan re mîktarekî zêde çû ye. Dezgeha bacê ji salan û vir ve lêkolîn kir û di encamê de berpirsiyarên wê demê, ku di roja îro de jî di nava hikûmetê de ne, berpirsiyar da zanîn.
Mijar ev e.
Di heman rapora encamê de malbatên ev dirav stendibûn jî bi gendeliyê hatin tewanbarkirin. Ji ber ku wan diviya diravên zêde ji wan re hatiye şandin berepaş vegerînin. Xuya ye wan jî ev nekiriye. Şaşiya ji aliyê rayedaran hatiye kirin û ji aliyê bi sedan malbatan bêdengmayin bûye sedema devji karberdana hikûmeta Hollanda.
Ne bes hikûmeta Hollanda bi serokwezîrtiya Mark Rutte dev ji karê xwe berdide. Lodewijk Asscher, mirhovê ku serê lîsta partiya xwe di hilbijartinên 17ê meha Adara pêş me de jî biryar stend ewê serkêşiya lîsta partiya xwe neke. Sedema dûrketina xwe jî bi gotinên “kêmasiyek mezin ji aliyê min bûye, tê vê wateyê ku ez ne layiqê vê peywîrê me.”
Mînakên weha li YE pirr in. Li Almanya, Fransa, Otrîş (Awusturya), … Berî demekê pirsgirêkên bi vî awayî li Beljîka jî rû dabûn. Ji sedema gendeliya wezîrekî û çend kesên din ji partiyê dev ji serokatiya partiyê berdabû û bi salan ji siyasetê dûr ket. Serokê Parlementoya Federal ya Beljîka ji bo pozê xwe kiribû nav dosya kesekî, ji aliyê etîk ve nerast bû. Encam ji kar dûrketin. Ji bo yek îmzeya bin peymaneke ku xelk pê nerazî bû wezîrê dewletê tev partiya xwe ji hikûmetê dûr ketibû. Ev mînak teb nîşana berpirsiyariya rayedaran in.
Lê heman tiştî li welatên din ku xwedêgiravî “demokrasî” heye nabînin. Berovajî vê yekê jiyan dimeşe. Siyasetmedar û rayedarên van dewletên çiqasî gendelî bikin hewqasî bi qedr in.
Li gor dezgeha lêkolînê FinCEN yek ji van mînakan Turkiye ye. Di dinyayê de di warê gendeliyê de ciyê 6ê digre. Sala 2017 ku hatiye tespîtkirin ji 70 milyon dolarî zêdetir dirav ketiye berîka çend kesan. Ev yê ku meriv pê hesiya ye. Xwedê dizane yên ku pê nehesiyane çiqasî zêdetir e.
Li Îran, Iraq, Suriye, Azerbeycan Ermenîstan, Gurcistan, Rusya û gelek welatên din li Rojhilata Navîn, Kafkasê û Asya di rêza herî destpêkê yên gendeliyê de ne. Pirraniya civakê dizane ku rêvebir û berpirsiyarên van welatan de bi dizî, gendelî û talana girseyî re meşgûl in. Di balafirxaneyên van welatan de, çente û torbeyên tijî dolar hatine tespîtkirin û kes nediwêre bipirse ji ku hatine û bi kû ve diçin. Kes newêre li lêkolîneke ciddî bipirse.
Çareserî? Zanyarên di vê pirsê de serê xwe diêşînin, çareseriyê di perwerdeyeke girseyî de dibînin. Pêdiviya perwerdeya bi kalîte, demokratîk, rexnegîr, di xwendegeh û zanîngehan de ji gel re vekirî, çapemeniyeke di bîr û ramanê de azad, siyaseteke durust heye.
Bi hezaran rewşenbîrên li welêt û li dervayê welêt dikarin roleke mezin bilîzin. Dema civak bibe xwedî perwerdeyeke esas dikare serê hevsar bike destê xwe. Rayedar û derdorê wan yê gendel nikarin dest û lingê civakê girêdin û hespê xwe weke dixwazin bibezînin. Ji ber ku civak xwedî biryar e.






