Rojnameya Ronahî

Sosyalîzm û Kapîtalîzm -1-

Li dijî ferdperestiya ku modernîteya kapîtalîst li ser civakê ferz dike, parastina civakbûnê û têkilîdanîna wê bi daxwazên azadî û wekheviyê re îdealên bingehîn ên utopya sosyalîzma klasîk in. Hesreta ji rêûresmê ya ji bo civak, azadî û wekheviyê bi hegemonîkbûna kapîtalîzmê re dijwartir bûye. Her ku hegemonya îdeolojîk a lîberal bi pêş ket, utopyayên civakî jî ketin bin bandora zanistên pêş diketin û xwe sosyalîst îlan kirin. Di serdema nû de hegemonya sîstema şaristaniya navendî dest guhert û ev di encama têkoşîna dirêj a bajarbûna Ewrûpaya Rojava de pêk hat. Hegemonya şaristaniyê ya welatên Îslamî, Çîn û Hindistanê di destê xwe de digirtin bi awayekî bingehîn di sedsala 16. de destpê kir, bi lez dest guhert. Çanda bajêr a Ewrûpaya Rojava bi awayekî serketî çanda navendên şaristaniyê kir malê xwe û di destguhertina hegemonyayê de ev yek bi rola sereke radibe.Çawa ku tê zanîn, şaristaniya Ewrûpaya Rojava ne bi çanda Xiristiyantiyê û hêza wê ya çareserker, lê ji ber ku nikarîbû bersivê bide pêdiviyên jiyana bajarê nû, li çandên nû geriyaye. Xiristiyantî li hemberî pêşketinên sedsala 16. bi tenê bi reformê dikarîbû xwe dewam bikira. Reforma di dîn de gelekî kêm dikarîbû bersiva pêdiviyên çandî yên şaristaniya bajarê nû bidaya. Netewebûyîna dêrê bi xwe ji dil nebû, guhertineke şêweyî bû. Çavkaniyên bingehîn ên ku pêdiviya çandê pê hebû, Îslama Rojhilata Navîn, şaristaniyên Çîn û Hindistanê bûn. Veguhestinên ji van navendan, di dawiya sedsala 18. de bi şoreşên polîtîk û civakî yên Fransî û ekonomiya Ingilîz bi encam bûne. Hemin bandora gelek faktorên din jî di vê yekê de hene. Herçiqasî keşif û vedîtinan rê li ber nûtiyê vekiribin jî di tehlîla dawî de eşkere bû, eger ji navendên şaristaniyê veguhestina çandî nebûya, destguhertina hegemonyayê jî ne pêkan bû. Bêguman ji Ewrûpayê hat ku bi tevgerên Ronesans, Reform û Rohnîbûnê sentez û nûbûneke mezin pêk bîne. Em di demên berê yên dîrokê de tevgerên bi vî awayî li Kevana Bi Bereket, Mezopotamya Jêr, Rojhilatê Derya Spî û peravên Egeyê dibînin. Ya rastî, sîstema şaristaniya navendî ya bi rêzê li van navendên dîrokî pêk hatiye, weke xeleka mezin a dawî li peravên Ewrûpaya Rojava rehên xwe berdane. Di vê de şaristaniyên bajêr ên Îtalyayê bi roleke diyarker rabûne.Di çarçoveya mijara me de girîngiya vê şaristaniya nû, ango modernîteya kapîtalîst ew e, paradîgma nû ya zanistî kiriye bin hegemonya xwe. Zanista nû ya pragmatîk a li şûna dîn, heta li şûna zêhniyeta bi koka xwe felsefî hat danîn, bû nirxeke payeberz û hêja. Şoreşa zanistî ya di dawiya sedsala 18. de li zanîngehan bi pêş ket, şoreşên din ên polîtîk, civakî û ekonomîk temam kirin. Zanistên fizikî yên bi ceribandinê û zanistên têkiliya xwe bi xwezaya civakî re bi awayekî bingehîn ji hev cihê kirin. Di nava wan bi xwe de jî gelek qadên pisporiyê û şaxên zanistî pêkanîn. Hegemonya îdeolojîk a lîberal zêde dereng nema mohra xwe li zanista civakî xist. Encamên erênî yên şoreşan di bin yekdestdariya xwe de kedî kir û bi berjewendiyê xwe re kir ahengekê. Utopya sosyalîst ber bi nîvê sedsala 19. ve bi pêşengiya K. Marks û F. Engels xwe weke sosyalîzma zanistî eşkere kir û ev bi bandora zanistperestiya lîberalîzmê pêk hat. Jixwe K. Marks û F. Engels eşkere anîn ziman ku sosyalîzma wan a zanistî sentezeke felsefeya Elman, polîtîka ekonomiya Ingilîz û sosyalîzma Franseyê ye.

Abdulah Ocalan