Zekî BEDRAN
Salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirkî ve ye. Dewleta tirkî 20ê Çile bi artêşa NATO ya mezin û çeteyên xwe dest bi êrişa ser Efrînê kir. Du mehan li ser hev ciyekî teng weke ya Efrînê di binê agir de hişt. Bi hezaran mirov şehîd û birîndar bûn. Em gelê Efrînê û şehîdên wan ku du mehan li ber xwe dan, bi minet û rêzdarî bîr tînin. Dewleta tirkî li ber çavê dinyayê çiqas xerebiyên heyîn li ser erdê Efrînê rijandin. Ev di heman demê de şerma dinyayê ye jî ku guhdarî kir.
Digel bi hezaran çeteyên weke DAIŞ, El Nusra û bermayiyên wan ku Tirkiyê ji xwe re kirine leşkerên bipere, hêza wê ya hewayî û artêşa wê, çawa xwestî nikarî bikeve Efrînê. Ji bo ketina Efrînê Emerîka çavê xwe jê re girt. Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re li hev kir û Efrîn ji dagîrkirinê re vekir. Qada hewayî ya wê herêmê di berpirsiyariya Rûsya de bû. Eger Rûsya qada hewayî venekiribûya Tirkiyê êriş nedida ber çavê xwe. Rûsya çi behaneyan çeke bila çeke rastiyek heye; ew jî ew e ku bi dewleta tirkî re li hev kir û bû şirîkê dagîrkirina Efrînê. Efrîn erde Sûriyê bû. Ti mafê Tirkan li ser Efrînê tinebû. Efrînê çete derxistibûn û bi sîstemeke demokratîk xwe bi rê ve dibir. Li Sûriyê herêma herî ewle û demokratîk bû. Bi sedhezaran kesên ji herêmên din koçber bûyîn xwe li wir girtibûn.
Li Sûriyê bi zêdeyî xwîn hatibû rijandin, bi milyonan mirov bûbûn koçber. Her kes li benda sekinandina xwînê û çareseriyeke siyasî bû. Lê tersê wan hêviyan Tirkiyê êrişî herêma herî ewle kir. Digel komkujî û wêrankirinê bi sedhezaran mirov ji erdê wan kirin. Çawa kut ê zanîn Efrîn herêma Kurdan bû. Gel Efrîn kiribû welatê Zeytûnan. Dewleta tirkî dîsa li ber çavê dinyayê qirkirina etnîkî kir. Hem destûr neda ku koçber vegerin malên xwe, hin kesên mayîn jî zord da wan da birevin. Mirov hatin revandin. Dizî, talan, destdirêjî û işkence bûn parçeyên ji jiyana rojane. Zeytûnên Efrînê herikîn Tirkiyê û ji wir jî birin bazarên Ewropa.
Komîteya şopandina sûcan ya NY di rapora amade kirî de diyar kir ku dewleta tirkî sûcên şer kirine. Bêguman sûcên kirîn tev eşkere nekirin. Lewre destûr nayê dayîn ku ragihandina ragihandin û saziyên navneteweyî bikevin herêmê. Lê sûcên eşkere bûyîn têrê dike ku li ser Kurdan plana qirkirinê hatiye çêkirin. Rûsya li wê herêmê, Emerîka jî li rojhilatê Firatê ji her kesî pirtir xwdiyên agahiyan in. Lê dema mijar dibe Kurd yan dibin şirîkên van sûcan, yan çavê xwe jê re digirin. Ji ber ku Tirkiye endama NATO ye Emerîka diparêze û çavê xwe jê re digire. Rûsaya jî hesab dike ka wê li ser pişta Kurdan çiqas berjewendiyan bi dest bixe. Yên tên perçiqandin dibin Kurd. Du sal in Efrînî li herêma Şehba di çadiran de dijîn. Ev dewletên em besha wan dikin, xwe nalivînin jî. Çawa ku ev erd milkê bav û kalen Tirkan be, bêdeng dimînin. Wisa xuya dike ku Efrîn ji dagîrkerên tirkan re berdane.
Efrîn di dilê Kurdan de birîneke kûr e. Heta Efrîn rizgar nebe derê vê birînê nayê girtin. Gelê Efrînê gelekî birûmet, berhemdar û welatperwer e. Bi hesreta vegera warê xwe ne. Ji bo wê di nava berxwdaneke mezin de ne û çawa pêwîst e fedakariyê dikin. Wê Efrîn nebe warê dagîrkeran. Eger gelek bi erdê xwe ve girêdayî be, bi çanda rêxistin û berxwedanê bijî, ti hêz nikarin li pêşiyê bisekinin. Dewleta tirkî nikare van kiryarên dermirovî bixe stûyê çeteyên xwe û xwe jê rizgar bike. Tê zanîn ku dewleta tirkî ne Kurdên li Tirkiyê tene, dixwaze Kurdên li Rojhilata Navî tevan tine bike û destkeftiyên wan ji holê rake. Hebûna xwe bi tinebûna Kurdan ve girê daye. Ji bo wê dikare serî li her rêbazê bide. Li kû dera dinyayê dibe bila bibe, dewleta tirkî amade ye bi hêzên dijberê Kurdan re hevkariyê bike. Çawa ku li hemberî Kurdan bi DAIŞê re itîfaq kir, bi heman awayî bi Emerîka, Rûsya û Şamê re jî polîtîkaya itîfaqê dimeşîne.
Gelê Kurd vê dizane, êdî dost û dijminê xwe ji hev nas dike. Weke din dizane ku ew bixwe hêza çareseriyê ye. Çi dibe bila bibe wê bi hêza xwe ya cewherî bimeşe. Di dagîrkirina Efrîn, Girêspî û Serê Kaniyê de ev baştir dît û fêm kir. Bi dersa ji van girtî, di serî de Efrîn, wê gelê Kurd li ber xwe bide û zadî û erdê xwe bi dest bixe. Çawa di dîrokê de hatî dîtin wê serkeftin bibe ya berxwedêran.






