Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Eyb E; Ji Hirro Û Mirro Re Nebêjin Xwefiroş!

15/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
“Hahayên” Erdogan serê wî dixwin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

berê Efrîniyan digotin: “kurmênc bi dengkirin bide, bi xwe îfada xwe dide”. Lê bi demê re derket ku ev gotin di derheqê Kurdan de şaş e. Mesele ne Kurd, Ereb û netewek dine. Ya esas kesê beredayî û ehmaq bê ku tu bidî axaftin bi xwe cewherê xwe îfade dike. Lê ji ber ku gelê Kurd bindest e, neyarên Kurdan çi kirêtiyên xwe yên dîrokî hene li stûyê wan bar kirine û hewl dane weke cahilekî ku kengê bixwazin tinazên xwe lê bikin bidin xuyakirin. Ji bo wê jî siyaset kirine, dem dane û mirovên xwefiroş perwerde kirine.

Ewqas mirovên bindest ji xwezayîbûna wan derxistine ku ji kurmekî wêdetir, veguherîne celadên netewa xwe. Wisa li civakê dikin ku dema rastî bê gotin jî, pêwîst nake rasterast bê gotin. Ji ber ku “Eyb e”! Ango dema kirêtiyek, xiniziyek an ajantiyek bête tesbît kirin, eybe mirov qalê bike. Dema tu qalê bikê jî, tu weke mirovekî seretayî ê kêmzanebûn î. Yan jî ti fêmkirinek te nîne ku tu nirxandinek wisa bikî. Qey mirov dibêje fêmkirin û têgihaştina rastiyan tenê li dora zanebûna wan a pala xwe daye mayîndekirina koletiyê dizivire?. Lê dema nirxên gelan, çanda gelan, û mîrateyên dîrokî bêne binpêkirin, wê çaxê tu mirovekî “Kurdekî” baş î!. Bi gotineke din ‘biborin’; tu çiqas dîxûn sist bî, tu ewqas welatparêzekî serbilind î!. Ji ber vê jî ancax dibistan û perwerdeyên neyaran mirovên “keppir pe’in” biafirînin. Îro jî bêjerê rastiyan weke birînkirê wîjdanê bi nav dikin û xwefiroşiya xwe ya ku bi şev û roj jê re li defê dixin rewa dikin û li şûna heqîqetê didin rûnişkandin.

Bi rastî tiştekî sosret e! Di dîrokê de çiqas behsa şimitîn, kirêtî û ajantiya insanan hatiye kirin, lê weke ya îro eşkere û beloq nehatiye dîtin? Ango dema ku hinek kesên “Hirro û Mirro” ku dilopek xwîn ji bo vê axê nedane, derdikevin ser ekranan û xwe li nirxên gelan radikişînin, mirov dikare çi navekî dîplomatîk lê bike? Eger ne îxanet û xwefiroşî be, çawa mirov dikare vê bêkokiyê binixumîne?.

Kes an aliyên bi şev û roj îradeya civakê tune bihesibîne, rêveberiya ku bi hezaran cangorî daye ne rewa îlan bike, hewl bide hêzên ku namûs û rûmeta gelan diparêzin “YPG, YPJ, QSD” weke terror bêtin pejirandin, bi dagirkeran re êirşî axa bav û kalan bike, li ser gora qatilê zarokên me fatîheyan bixwîne, revandin û destdirêjiya li ser jinên me ji rêzê bibîne, ji bo parastina vê xakê tek guleyek ne avêtiye û tiliyek wî jî birîn nebûye, fena wê mirîşka dûvhildayî li mala xwe dîk e, eger ne xwefiroş, ajan û kurtêlxwar be çi ye gelooo?

Eger pîvan lixwekirina cilên leşkerî û hildane çekan be, komên çete jî ji ber faşîzma Tirk li Lîbya, Etyûbya, Somal û Karabaxê cilên leşkerî li xwe kirin û li dijî vîna gelan çek hil dane? Komên “Hirro û Mirro” jî li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û Şêx Meqsûd bi cil û bê cil êrişî nirxên xwe kirin! Tişta ku çeteyên Erdogan dibêjin hûn jî dibêjin. Ew jî kirasê welatparêziyê li çetetiya xwe dikin û di bin navê hezkirina ji Sûriyê re gelên Ereb û Ermenî kuştin. Ma we jî ew kar nekir? Kî bûn ew heft komên ku bi faşîzma Tirkiyê re êrişî Efrînê kirine? Berî wê jî kê êrişî Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Serê Kaniyê kir? Ma ev tê jibîrkirin? Ger tu ne çete bî, mirov dikare çi navekî din li te bike?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.