Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna Kongreya Star 16 sal li pey xwe hiştin

15/01/2021
in NÛÇE
A A
Têkoşîna Kongreya Star 16 sal li pey xwe hiştin
Share on FacebookShare on Twitter

SOLÎN EHMÊ/ANHA

Ev 16 sal in ku Kongreya Star ji bo pêşxistina rewşa jinan têdikoşe û li bakur û rojhilatê Sûriyê di rewşa jinan de guhertineke berbiçav çêkir.

STARGEHEKE EWLE

Kongreya Star bi malên jinan yên li herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyê vekirîn û komîteyên girêdayî wê ji tevayiya jinan re bû stargeheke ewle.

Henîfe Mihemed endameke kevin ya Kongreya Star e û niha di rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Kongreya Star de cih digire. Henîfe diyar kir ku kongreyê ji destpêkê ve bi hezaran jin hemêz kirin, bi hezaran doz çareser kirin û ji bo pêkanîna mafên jinan bû ciyê çareseriyê.

PÊNASE

Kongreya Star rêxistineke jinan e ku li bakur û rojhilatê Sûriyê, Lubnan û başûrê Kurdistanê çalak e. 15`ê Çileya 2005`an bi navê Yekîtiya Star ava bû. Lê di Kongreya 6`an de ku sala 2016`an li dar ket, navê wê bû Kongreya Star. Henîfe derbarê sedemên guhertina navê kongreyê de wiha axivî: “Piştî ku birêxistinkirina me fireh bû, rola jinan di civakê de li ser tevayiya astan çalaktir bû û ji bo ku bibe parêzvana tevayiya jinan, pêwîstî hebû ku yekîtî fireh bibe.”

12 KOMÎTE

Kongreya Star jinan di 12 komîteyan de, weke komîteya perwerde, akademî, siyaset, parastina civakî, maf û edalet, aboriya komînal, malî, têkilî, çand û huner, tenduristî, ragihandin, derdor û komîteya civakî de bi rêxistin dike.

Erkê her komîteyê cuda ye. Mînak komîteya aboriya komînal, têkildarî xuyakirina aborî û rêbazên pêşxstina warê jiyanî û aborî yê jinan e. Komîteya perwerdeyê armanc dike ku jina birêxistinkirî ku xwe nas dike ava bike. Komîteya siyasî jî têkildarî pêşxistin û xurtkirina nirxên siyaseta demokratîk li cem jinan kar û xebatên xwe dimeşîne. Komîteya çand û hunerê jî, parastina çandên civakên ku bi qirkirinê re rûbirû mane, armanc dike.

AKADEMÎ

Kongreya Star di çareserkirina pirsgirêkên jinan ji tevayiya astan de dixebite. Ji bo bilindkirina karînên jinan û ji bo jin maf û erkên xwe di tevayiya waran de nas bikin, 6 akademî vekirin. Di wan akademiyan de waneyên têkildarî dîroka jinan, zanista jinan (jineolojî) û mijarên din yên girêdayî jinan têne dayîn.

Kongreya Star li ser asta bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo gelê Kurd û Ereb 70 malên jinan û 2 malên jinan ji bo jinên suryanî bi navê “Eşterût” vekirin.

Endama rêveberiya Mala Jinan ya kantona Qamişlo Behiye Murad derbarê mijarê de wiha got: “Bi pêşketina Mala Jinan re, êdî piraniya jinên ku pirsgirêkên wan hene, berê xwe didin Kongreya Star û dozên xwe çareser dikin.”

KAMPÊN KOÇBERAN

Bi dagîrkirina Efrînê re sala 2018`an, Serê Kaniyê û Girê Spî sala 2019`an, şêniyên herêmên dagîrkirî neçar man ji warên xwe koçber bibin û di nava kampan de bi cih bûn. Kongreya Star girîngî da xebata birêxistinkirina jinan di nava kampan de. Ji bo wê piştgiriya jinan kir û pirsgirêkên wê yên ku di encama koçberiyê û şerên li herêmê de derketine, çareser kirin. Henîfe di vî warî de da xuyakirin ku êrişên artêşa tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmê bi awayekî neyînî bandor li jinan kir.

ARMANCÊN NÛ JI BO PÊŞXISTINÊ

Henîfe Mihemed dibêje ku Kongreya Star di salên derbasbûyî de, girîngî da warê rêxistinî. Lê di sala bê de wê ji bo ragihandina birêxistinkirina jinan û dengê wê ji cîhanê re kar bike. Henîfe wiha domand: “Pêşxistina jinan di warê siyasî, qanûn, rêxistinî de û bilindkirina asta tevlêbûna jinan di Rêveberiya Xweser de ji girîngtirîn projeyên sala bê ne.”

Henîfe di dawiyê de bang li tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û jinên ciwan kir ku û got;  me têkoşîn kir heta ku em gihîştin vê astê. Niha divê em bi awayekî pirtir xwe birêxisitn bikin da ku têkoşîna jinan pêş bixin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.