SERDEM SILO
Xwepêşandanên Îraqê di sala 2019’an de yan şoreşa cotmehê weke ku Îraqî jêre dibêjin. Di serê meha Cotmeha 2019’an de li Bexdadê û parêzgehên başûrê Îraqê li hemberî têkçûna rewşa aborî, gendelî, bêkarî xwepêşandanan dest pê kir. Piştre daxwazên xwepêşandanan derket asta hilweşandina rêjîma desthilatdar û istîfakirina hikûmeta Adil Ebid El-Muhdî, û avakirina hikûmeteke demkî û hilbijartinên pêşwext bêne lidarxistin. Hêzên ewlehî jî tundî li hemberî van xwepêşandanan bikar anîn û gule li xwepêşandêran reşandin. Di encamê de nêzî hezar xwepêşandêr hatin kuştin û bêtirî 15 hezar welatî jî birîndar bûn.
Xwepêşandanên Cotmehê hişt ku hikûmeta serokwezîrê berê Adil Ebid El-Muhdî di dawiya meha mijdara 2019’an de istifa bike û serokwezîrê niha Mistefa El-Kazimî şûna wî girt. El-Kazimî ragihand ku dê hemû daxwazên xwepêşandêrên şoreşa cotmehê bi cih bîne, lê heta niha El-Kazimî ti çaksaziyeke rasteqîn pêk neaniye da ku rewşa jiyanî û aborî ya welatiyan baş bibe, li şûna wê nirxa dînar li hemberî dolar daket (li gorî buhaya banka navendî ya Îraqê 100 dolar dike 146000 hezar dinar). Li aliyekî din rêjeya bêkariyê li seranserî Îraqê zêde bû û deverên Herêma Kurdistanê jî girtin nava xwe. Li gorî serjimariya rêxistina Lûtke ya karûbarên koçberên Îraqê hejmara koçberan li seranserî Îraqê 32 hezar koçber derbaz kiriye.
Her wiha dosya ewlehî li Îraqê hêjî bi dawî nebûye. Wezîrê Parastinê yê Îraqê Cumaa Înad Seedûn di mijdara borî de deverên Îraqê ku DAIŞ lê dimîne eşkere kirin û destnîşan kir ku hejmara çeteyan li seranserî Îraqê li deverên hatine rizgarkirin û li bakurê Bexdadê û parêzgehên Babil û Dîyalî di navbera 1500 û 2000 çeteyan de ye. Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fûad Hisên jî dema di sala borî de serdana paytexta Rûsya Mosko dikir li gotina wî zêde kir ku DAIŞ çalakiyên xwe li Îraqê zêde kirine.
Di rastiyê de hikûmeta Îraqê nikaribû dosya çeteyên DAIŞ’ê bi temamî bigire û tevî ku serkeftina ciyografîk di kanûna 2017’an de li hemberî DAIŞ’ê ragihandiye, lê hêjî DAIŞ di Îraqê de bi hêsanî tevdigere, lê belê di van demên dawî de êrîşên wê li dijî hêzên Îraqê zêde bûne û gelek welatiyên sivîl hatine revandin û daxwaza pereyan ji xizmên wan dikin. Artêşa Îraqê û Istixbaratê rojane hejmareke çeteyên DAIŞ’ê digirin. Her wiha artêş bi alîkariya Heşid El-Şehbî çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî kunên DAIŞ’ê didomîne, lê eva dawî hêjî bi hêsanî tevdigere. Gelek alî jî li hemberî vegera DAIŞ’ê ya bi hêz li qada Îraqê metirsiyên xwe tînin ziman.
Li gorî çavdêran hin hêzên derve hene hêjî alîkariya DAIŞ’ê bi awayekî veşartî dikin û bi taybet piştî kuştina El-Bexdadî li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ku di bin serweriya dewleta Tirkiyê de ye, da ku ajandeyên xwe li Îraqê bi riya DAIŞ’ê ferz bike. Gelek raporên navnetewî eşkere dikin ku derfeta vegera DAIŞ’ê li Sûriye û Îraqê zêde ye. Li Sûriyê jî êrîşên DAIŞ’ê li dijî hêzên rêjîma Sûriyê bi taybet li bejahiya Dêrazorê û li nêzî sînorê bi Îraqê re zêde bûne.
Li aliyekî din nakokiyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de hêjî nehatiye çareserkirin û tevî El-Kazimî ragihand ku lihevkirinek derbarê projeya qanûna budceya 2021’an de pêk hatiye lê hêjî ev dosya nehatiye girtin û ev projeya qanûnê di parlemantoya Îraqê de hatiye taloqkirin û erêkirina wê hêjî bi dawî nebûye. Endamê Komîteya Darayî ya parlemantoya Îraqê Ehmed El-Sefar got ku guhertina hemû bendên budceyê pêkan in, ji ber ku ne li gorî bernameya hikûmî û pilansaziya wezaretan e, kaxeza ku wezareta darayî pêşkêş kiriye vala û spî ye.
Her wiha Bexdadê û Hewlêrê nakokiyên xwe yên gelek mijaran çareser nekirine, di nav de dosya ewlehî û piştgirî û alîkariya Hewlêrê ji komên çekdar re ku li derveyî wezareta Pêşmegeyan hatine avakirin ku Bexdad ti carî wan nas nake û lêçûnên li wan tên kirin jî erê nake weke “Pêşmergeyên Roj, Gulan û hin komên li Rojhilata Kurdistanê” ku alîkariya xwe li ser hesabê budceya Îraqê û lêçûnên gel li Kurdistanê ji Partiya Demokratiya Kurdistanê (PDK) werdigirin. Her wiha dosyên dergehên sînorî û neftê evan dosye jî hêjî taloqkirî ne û di navbera Bexdad û Hewlêrê de danûstandin li ser wan tên meşandin.
Tevî sozên El-Kazimî ya çaksaziyê û peydakirina derfetên kar ji ciwanan re û başkirina rewşa jiyanî, lê dîsa jî rewşa aborî li seranserî Îraqê serûbin bûye û nirxa dînar jî li hemberî dolar daketiye. Li gorî raporan û pisporên aborî yên Îraqê eger dolar dîsa bilind bibe û qanûna budceya giştî ya sala 2021’an di vê rewşa niha de were erêkirin û buhaya bermîlê neftê bilind bibe, li gel deynên derve ku li ser Îraqê kom bûne. Di vê rewşê de aloziya aborî li Îraqê dê girantir bibe.
Li gel vê yekê jî, welatiyên hin parêzgehên Îraqê ji serê vê salê ve dîsa daketin qadan û li hemberî têkçûna rewşa jiyan xwepêşandan li dar xistin û bi taybet piştî ku nirxa dolar li hemberî dînar bilind bû û mûçeyên karmendan jî di dema xwe de nehatin belavkirin. Ji destpêka îsal ve di encama tundiya hêzên ewlekarî li hemberî xwepêşandanan de bi taybet li parêzgeha El-Nasiriyê herî kêm 20 xwepêşandêr hatin kuştin û bêtirî 400 welatî birîndar bûn. Her wiha li rex nerazîbûna karmendên girêbestan û kuştin û revandina çalakvanan li qadên xwepêşandanan, nîşana lidarxistina şoreşeke nû li qada Îraqê weke şoreşa Cotmeha 2019’an dide.
Bi rastî qada Îraqê û ya Kurdistanê di nav de weke buyerên salên borî ne û nîşana mezinbûna aloziyê didin. Tevî ku hilbijartinên parlemantoyê ku serokwezîrê niha Mistefa El-Kazimî daxwaza wê kiriye li ber derî ne (6 hizêrana bê) lê dîsa jî hilbijartin li hemberî daxwazên gel û aloziya aborî tiştekî nake. Çavdêr dibînin ku giranbûna aloziyê ji ber ku El-Kazimî hêjî dosya ewlehî û darayî çareser nekiriye, nemaze gelek dosyên din û bi taybet israra hêzên Şîayî ku piştî kuştina Sulêmanî daxwaza derxistina hêzên Emerîka ji Îraqê dikin.
Li rex van, gelek dosyên din jî hene, di serî de dosya herêmên girêdayî madeya 140 a destûrê. El-Kazimî hewl dide atmosfêrê nerm bike û kordîneya xwe bi aliyên kurdî û erebî re dike da ku di hilbijartinên bê de navê xwe pêşkêş bike û bilokeke siyasî ya taybet ava bike ku siyasetmedar û çalakvanên şoreşa Cotmehê bigire nava xwe da ku derbasî hilbijartinan bibe. Hêzên siyasî jî ji bikaranîna El-Kazimî ji paya xwe re da ku hilbijartinan bi dest xwe ve bîne bi fikar in. her wiha ew tê tewanbarkirin ku lihevkirina li gorî wê bawerî dane parlemantoyê binpê dike.






