Rojnameya Ronahî

Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme spartin axê

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîd Hanî El-Neîme li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Welatiyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Hanî El-Neîme ku 8`ê Çile li kampa Holê şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawidiyê ya li bakurê Hesekê.

Di merasima li goristanê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewalê sersaxî da malbata şehîd û got; şehîdan ji bo parastina welat, xwe feda kir, bi saya wan şehîdan îro gelên herêmê hemû bûne yek.”

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir Idrîs Oso jî soz da gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan ku wê armancên şehîdan pêk bînin.

Pişt re endama Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Hanî El-Neîma xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.