SOHRê, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li beriya Sûriyê (Badiya) kirine. Di heman demê de balafirên Rûs ser 40 carî re herêm bombebaran kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ya li herêma Xenam El-Elî, Bûhemed yên gundewarê rojhilatê Reqa de, 3 balafirên şer yên Rûsya heman herêm bomebaran kirine. Lê derbarê ziyanên mirovî de agahî bi dest neketin.
Li gorî SOHRê, hêzên leşkerî yên hikumeta Şamê li ser riya Asreya-Xenasiry ên gundewarê rojhilatê Hemayê belav bûne. Ev, ji ber çalakbûna şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê pêk hatiye.