Derwêş M. Ferho
Dewleta Îranê, di her demê de Kurd kuştine, Kurdistan talan kiye. Zor û zilma li ser Kurdan di tu deman de neqediya ye. Bi awayekî girseyî Kurdan dikuje, bîrewer, serkêş û mezinên Kurdan jî ji bo çavtirsandinê têne girtin, dardekirin û kuştin.
Tenha sûcekî Kurdan heye. Li mafê jiyaneke bi rûmet pirsîn.
Di 30ê meha Hezîran 1930 de kuştina Simkoyê Şikak li Oşnaviye. 73 sal berê, di 31ê Adara 1947 de li Meydana Çarçira daleqandina Qazi Mihemed, serok û damezrênerê Komara Kurdistan, li Mehabad, bi çend rêvebirên din re. Di 13ê Temûza 1989 de terorkirina Dr. A. Qasimlo tev hevalên wî li Wien û di 17ê Îlona 1992 de Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li Berlîn.
Kuştina Kurdan ji rojeva rejîma Îranê der neketiye. Lawên qehreman weke mamoste Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Alî Heyderiyan, Ferhad Wekîl, Mehdî Eslamiyan, … Û di van rojan de jî 14 xortên din hatine girtin û nêta vê rejîmê dîsa xirab e. Li gor agahdariyên saziyên mafên merovan heman rewş di dawiya 2019 de jî hebû. Ji 2000 kes zêdetir xortên Kurd, di 2020 de 400 kes ji bajarên cuda hatibûn girtin. Êşkence, tirs û xwînrêjî îro jî kêm nebuye.
Eger Kurd di dîrokê de li hember rejîmên Îranê serî hildabin, ji bêçareyî ye. Zor û zilma ser Kurdan e. Xapên rayedarên dewletê ne. Yan na bi tu awayî Kurd nebûne hezkiriyên dijminahiya gelên cîran. Bi tu awayî nexwestine welatê hevpar parçe bikin. Jiyana hevrayî heza wa ye. Lê rayedarên Pars nexwestinê vê rastiyê bibînin. Ji ber ku nêta wan ne jiyaneke bi hevra, di nav bîr û ramana biratiyê, wekheviyê û demokratîk e.
Simkoyê Şikak ji sedema hêrîş û zora li Kurdistan Şahê Îranê serî hilda. Di hemû tevgera xwe de rayedarên Komara Kurdistan li Mehabad li derfetên jiyaneke bi rûmet, bi cîranên xwe re di nav aştiyê de, di nava çarçeweya hiqûqekî durust de geriyan. Qanûna Esasî ya Komarê yek ji demokratîktirîn bû di wê demê de. Hê mafên jinê li Ewropa yê hilbijartinan dihate munaqeşekirin, di hikûmeta Komarê de jin wezîr bûn. Di dema ku gel û olên din di nav van dewletên din de dihatin qirkirin li nav Kurdan ciyê wan bi rûmetî dihat nivîsîn.
Di şoreşa 19798 de ku Dr. Qasimlo rêberiya wê dikir, rêbaz her daxwaza mafên demokratîk bû. Qet rojekê Qasimlo behsa cudabûn yan jî parçekirina Îranê nekiribû. Wî her tim digot “otonomî ji bo Kurdistan, demokrasî ji bo Îran”. Ji prensîb û rêgeza Pêşawa Qazî Mihemed re sadiq bû. Pey wî re jî rêvebirên Kurd ev siyaset domandin. Lê rêvebirên Îranê, çi şah, çi molla û melle, çi sofî û şêxik bin, ev daxwaz û hêviyên Kurdan ciddî negirtine. Li xap, hîle û fêlan geriyane.
Di destûrên temamiya partiyên Rojhilat de ev felsefe heye. Bi hevra, li ser esasê wekhevî, îhtîram, demokrasî û jiyaneke bi rûmet, azadaiya jiyana olê, etnîkî (pêkhatî), çîn, bîr û baweriyan avakirina civakeke yekgirtî, lê rengîn e. Lê zelal xuya dike ku dewleta Îranê, ev rastî ne xwestiye qebûl bike. Loma jî di rojeva rayedarên wê de her tim kuştin, talan û siyaseta tirsê heye. Xelkê xwe bi derû û çêkirina dijminên derve dixapînin. Kurd û Cihû jî di serê vê xelekê de tên. Hêviyên ku ew xwe biguherin jî xuya nake. Ev jî dibe sedema ku welat di her qada xwe de di nav pirsgirêkên cuda de dixeniqe. Çareseriya wan pirsgirêkan jî dikeve ser milê hêzên demokrasîxwaz ji bo jiyaneke bi rûmet.






