Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dûvik Eynika Kirîza Laş E

13/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
“Hahayên” Erdogan serê wî dixwin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Beriya demek nêz serçeteyê Sûrî Mustefa Elsêcerî ku yek ji ewladên MÎT’ê ye li ser tiwîta xwe got ku; hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê hewl didin bajarê Babê dagir bikin. Elsêcerî ji hempîşeyên xwe yên çete daxwaz kir ku di nava amadebaşiyê de bin. Lê berî ku em naveroka vê tiwîta serçete Elsêcerî şîrove bikin, bi kurtasî be jî em î boriya wî kesî bînin bîra xwe.

Serçeteyê bi navê Mustefa Elsêcerî nêzîktirîn kesayeta ji MÎT’ê û tevgera Îxwan Elmislimîn re ye. Yek ji damezrînerên togaya çeteyan a bi navê “Togaya Elmutesêm” e ku bi destê MÎT’a Tirk hatiye damezirandin. Di bin serperştiya wî de, ev togaya çeteyan beşdarî herdu destwerdanên dagirkeriyê nava Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bûye. Tiliya girûpa wî bê jimar di nava xwîna gelan de ye. Bi sedan kesayet, bi perspektîfa faşîzmê li ser destên Elsêcerî hatine kuştin, revandin û wendakirin. Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ Elbegdadî, gelek tiwîtên digotin: bimire Amerîka, bijît Elbegdadî avêtin û Elbegdadî weke “Mîrê bawermendan” dida nasîn.

Diyare çêlikê istixbarata Tirk Elsêcerî hewl daye tayên dawîtirîn civîna Sûtşî ya di navbera herdu wezîrên karê derve Lavrov-Oglo de verişe. Carek din xuya dibe ku tişta ji ragihandinê re hatiye gotin naşibe lihevkirinên binê masan. Ji xwe gerdişeke çeteyan e ku berî her radestkirinekê ajîtasyonên wisa davêjin torên medyaya civakî û li gorî wê jî aqilê giştî yê civakê didin avakirin. Lê bi qasî em dikevin xefka beredayên nola Elsêcerî lazime em li qelenga Rûsyayê bigerin? Ango eger idiayên Elsêcerî rast bin, gelo wê Rûsya çi pêşkêşî dagirkeriya Tirk bike?

Her kes dizane ku armanca bazarên sêgoşeya Sûtşî û Astana, zêde kiritandina axa Sûriyê ye. Li vir mirov dikare bibêje ku; serçeteyê MÎT’a Tirk hewl dide bi van ajîtasyonan rastiya naveroka civîna Lavrov-Oglo binixumîne. Di vê xalê de dek û dolabên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman tên bîra mirovan. Tunekirin an lawazkirina Rêveberiya Xweser, ji bilî gelên Sûriyê, tenê di feydeya hersê aliyên Astana, Sûtşî û dûvikên wan de ye. Ji ber ku tekane keleh û nûnera tevgera şoreşgerî ya gelê Sûriyê ye. Taybetmendiyên vê herêmê bi kêrî berjewendiyên van hêzan nayê. Ji bo pêkanîna projeyên xwe jî weke skendal lê dinêrin. Rûsya hewl dide bi van bazariyên xwe, bi kêmanî terazûyek hegemoniyê bi Amerîka re ava bike. Dê pêşbirka hegemoniyê nefesekê bide projeyên faşîzma Tirk ên desteserkirina axê. Di heman demê de wê Îran bikaribe li ser sizayên YE û DYA minewre bike ku bi alîkariya Tirkiyê û Rûsyayê mewziyên xwe yên berevaniyê saxlemtir bike.

Şopînerên daxuyaniyên herdu wezîran têdigihêjin ka çiqasî li ser destwerdana vîna gelan li hev kirine. Bi gurza sizayên Amerîka yên li ser Tirkiyê û pîşesaziya wê ya leşkerî, Rûsyayê dirêjahiya cila ku ji bin lingên endama NATO’yê Tirkiyê kişandiye zêde kir. Daxuyaniyên wezîrê parastinê Xilûsî Akkar li Lîbyayê û yên Oglo li Sûtşî temamkerê hev bûn. Oglo gef dixwarin ku çi dibe bila bibe ew ê ji Lîbyayê venekşin. Akkar jî li Lîbyayê digot: ew ê her kesê li dijî projeyên wan li Lîbyayê disekine, bejinkurt bikin. Tabî mebesta wî dewleta Misrê ye.

perelelî vê bizava mêtingeran, asta êrişên li ser Eyn Îsayê zêde bûn. Herhal serçeteyê MÎT’a Tirk Elsêcerî hewl dida bi van tiwîtên xwe berxwedana QSD li Eyn Îsayê binixumîne û berê raya giştî ji têkçûnên ku li Eyn Îsayê dijîn, bizivirîne û ber bi radestkirineke din a muhtemel ve biajo. Cewherê xwe jî, nixumandina asta kirîza kûr a patronên sêgoşeya Sûtşî û Astana ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.