Rojnameya Ronahî

Civîna YPG û YPJê bi malbatên şehîdan re

Ji bo bîranîna şehîdên kantona Hesekê, YPG û YPJ bi malbatên şehîdan re civiyan. Di civînê de soza domandina xeta şehîdan hat dayîn.

Civîn bi beşdariya 400 malbatên şehîdan yên herêmên kantona Hesekê û endamên saziyên sîvîl û leşkerî, li hola Selam ya bajarokê Sifeya ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Pişt re hevseroka Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Albîn Harûn bi xêrhatina malbatên şehîdan kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Albîn Harûn wiha got; em hêvî dikin ku sala nû bibe sala serkeftin û rizgarkirina herêmên dagîrkirî ji destê dewleta tirkî.

Bi navê fermandariya Giştî ya YPG’ê Delîl Ceref jî di axaftina xwe de got; dayîkên şehîdan dayîkên tevayiya mirovayiyê ne. Lewre ji bo rizgarkirina herêmê ji dagîrkeran parçeyek ji ruhê xwe de dane.

Delîl Ceref soz da dayîkên şehîdan ku tola zarokên wan yên şehîd rakin û hesab ji dagîrker û dijminên mirovayiyê bipirsin.

Delîl Ceref bang li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku li kêleka YPG, YPJ û QSD’ê bisekinin ji bo ku deverên dagîrkirî rizgar bikin.

Bi navê Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Murad jî êrişên dewleta tirkî ên şermezar kirin û got; dewleta tirkî hewl dide şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de derxe.

Pişt re li ser şehîdên kantona Hesekê sînvevîzyonek hat pêşandan.

Civîn bi stiranên koma Şehîd Zîlan ya navçeya Dirbêsiyê bi dawî bû.