Rojnameya Ronahî

Şêniyên Dêrikê şehîdekî xwe spartin axê

Şêniyên herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG`ê Hêmin Ihsanî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo merasima şervanê YPG`ê Hêmin Ihsanî (Karwan Efrîn) ku 2`yê Çile li bajarê Helebê şehîd bûbû, berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên wan, endamên saziyên civaka sîvîl û nûnerên partiyên siyasî ji bo merasima şehîd Hêmin li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn.

Piştî girtina cenaze ji nexweşxaneyê, ber bi goristanê ve bi rê ketin. Li goristanê ji fermandarên YPG`ê Mihêdîn Xêrikî wiha axivî: “Em ji tevayiya gelan re dibêjin ku emê bi îradeya xwe ya xurt û ruhê xwe yê fedayî ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, di eniyên şer de cihê xwe bigirin. Em soza xwe ji bo şehîd Karwan û şehîdên azadiyê nû dikin.”

Bi navê PYDê jî Dilêr Koçer di şexsê şehîd Karwan de şehîdên azadiyê bîr anîn û got; bi xwîna şehîdên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo biserxistina şoreşa Rojava hatîn, emê yekîtiya kurdî ava bikin.

Koçer axaftina xwe wiha domand: “Serkeftina Rêveberiya Xweser bi saya xeta 3. ya li gorî fikir û felsefeya neteweya demokratîk ya rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Hêmin hat veşartin.