Rojnameya Ronahî

Li Şehba navenda Jineolojiyê hat vekirin

Li kantona Şehba navenda Jineolojiyê piştî 3 salan careke din deriyê xwe vekir.

Bi dehan endamên saziyên sîvîl yên herêma Efrînê beşdarî şahiya vekirina navenda nû ya Zanista Jinê (Jineolojiyê) ya li kantona Şehba bûn.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re li ser navê Meclisa Jinan ya Kantona Şehba, Kongreya Star şaxê herêma Efrînê, Navenda Jineolojiyê û Desteya Rêveber ya PYD`ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn vekirina navendê li gelê Efrîn û Şehba pîroz kirin û şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bîr anîn.

Piştî axaftinan re têkildarî komek têkoşer û fîlozofên li cîhanê şanoyek hat pêşandan û koma Şehîd Hêva ya Tevgera Kevana Zêrîn stiran pêşkêş kirin.