Rojnameya Ronahî

Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide 2021`ê projeyên nû pêş bixe

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê sala 2020’an derfetên xwe tev ji bo piştgirî û geşkirina qada çandiniyê bi kar anîn da sala 2021`ê pêşiya pêşketina qada pîşesazî û bazirganiyê veke.

Li gel têkçûna aboriya Sûriyê ku bandora xwe ya neyînî li bakur û rojhilatê Sûriyê jî kir, Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê 2020’an hewl da rewşa aboriyê li bajar û gundên herêma Cizîrê baş bike.
Qanûna Qeyser bandor li bakur û rojhilatê Sûriyê jî kir, nexasim piştî girtina dergehê Til Koçer ji ber vetoya Rûsya di civîna Meclisa Ewlehiyê ya 10`ê Çileya 2020`an. Li aliyekî din, ji ber tedbîrên ji bo pêşîgirtina belavbûna korona tevgera aboriya cîhanê jî felc bû û wê jî bandoreke neyînî li herêmên Rêveberiya Xweser kir. Herwiha bi berdewamkirina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û talankirina xêr û bêra herêmê, li herêmê rewşa aborî bi paş ket.
Lêbelê Rêveberiya Xweser sala 2020’an bilez hin tedbîr girtin, da bandora aloziyê li ser welatiyan sivik bike. Ji wan tedbîran zêdekirina mûçeyên karkaran bi rêjeya ji sedî 150, kêmkirina bihaya înternetê, piştgiriya projeyên piçûk, vekirina saziyên mezêxeran, çavdêriya dikanên pevguherandina pereyan û piştgiriya projeyên çandiniyê, bûn.

PROJE Û XEBATA SALA 2020’AN PÊK HATÎN
Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê sala 2020`an aloziya aborî li herêmê kêm kir û derfetên xwe ji bo geşkirin û pêşxistina qada çandiniyê bi kar anîn, ku çavkaniya sereke ya debara welatiyên herêma Cizîrê ye û faktora sereke ya pêşxistina projeyên pîşesaziyê û bazirganiyê ye, ku li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm in.
Desteya Aborî û Çandiniyê her wiha ji cotkaran re, tov û semad dabîn kir. Desteyê 30 hezar ton tov li cotkaran belav kir, ku wê hişt welatî zeviyan zêde biçînin, herwiha kooperatîfên çandinî û bazirganiyê û xwedîkirina sewalan jî pêş ket.
Girêdayî mijarê, cîgira hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizirê Lîman Hesen diyar kir ku sala 2020’an de hewl dan zeviyên çandiniyê zêdetir bikin, bi taybetî hewl dane çandina garis û pembû pêş bixin.
Lîman diyar kir ku gavên erênî di çinîna genim û depokirinê de avêtine. Li bakur û rojhilatê Sûriyê 600 hezar ton û li herêma Cizîrê jî 200 hezar ton genim hatiye depokirin. Herwiha 24 firin vekirine û piştgirî dane firinên taybet û giştî. Li herêma Cizîrê 163 hezar ton ard li firinan hatiye belavkirin.

PIŞTGIRIYA KOOPERATÎFAN
Lîman diyar kir ku ji bo avakirina hişmendiya karê kolektîf û piştgiriya kooperatîfan, Desteya Aborî û Çandiniyê gavên baş avêtine û wiha got: “Sala borî kooperatîfan ji bo guhartina hişmendiya civakê gavên baş avêtin û di her alî de pêşketineke berbiçav pêk hat.”
Lîman herwiha da zanîn ku par ji sedî 50 rewşa aboriyê baş kiriye, piştgiriya aliyê çandiniyê kirine û birêxistin kirine. Herwih ji sedî 80 şewat kontorl kirine û got; projeyên aboriyê ku sala borî li herêma Cizîrê hatine pêşxistin, bi rêjeya ji sedî 30 encamên baş bi xwe re anîne.
Sala 2019`an li bakur û rojhilatê Sûriyê 435 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê hatibûn şewitandin û 14 sîvîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundir û endamên agirkujiyê di dema vemirandina şewatê de, şehîd bûbûn.

“BI HEVGIRTINÊ EMÊ ABORIYÊ PÊŞ BIXIN”
Lîman Hesen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku îsal wê aboriya herêmê pêş bixin, çi di qada çandiniyê de, çi li ser asta pîşesaziyê û bazirganiyê. Herwiha bang li gel kir ku bi wan re alîkar bin û bi taybetî girêdayî xebata zimhêrê û wiha got: “Bi hevkariya wetatiyan emê rewşa aboriyê û çandiniyê baş bikin.”