Farûk SAKIK
Wateya tecrîdê herî baş ji aliyê endamê rêxistina RAF’ê ve hatiye tarîf kirin. Di salên 70’yî de li Almanyayê piştî ku endamê rêxistina RAF’ê hatin girtin, demên dirêj di tecrîdê de hatin girtin. Yek armanceke desthilatdaran hebû, van kesan ne bi tenê di warê fizikî de di heman demê de di warê derûnî de jî tune bikin.
Kesek ji wan girtiyan, piştî salên dirêj ku ji tecrîdê derket, di hevpeyvînek xwe de tecrîd wiha tarîf dike; “Piştî ku ez ji tecrîdê derketim, min ji însanan hin pirs dikir, lê wan bersiv nedidan min. Ji ber vê yekê ez gelek xemgîn dibûm. Lê piştî demek ku ez tedawî bûm, min dît ku min pirs di hişê xwe de kiriye, min bi ziman pirs nekiriye.”
Tecrîd ev e. Îro tiştên li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo pêk tên jî heman tişt in. Tiştê ku ji Rêber Apo tê xwestin jibîrkirin û tunekirina ramanên wî ne. Armanca desthilatdaran ne ew e ku wî fizikî ji holê rakin. Ew li du fikr û ramanên wî ne ku bi pêvajoya tecrîdê re tune bibin. Lê li hemberî vê yekê Rêber Apo 21 sal e têdikoşe û tecrîda wan vala derdixe.
Rêber Apo ji roja dîl hatiye girtin hetanî roja me şerek li dijî vê tecrîdê dide. Bi berxwedaneke mezin hemû pêlên tecrîdê dide seknandin. Em nezanin li Îmraliyê çi dibe û çi diqewime. Ev nezanîn jî bi serê xwe tecrîd e. Rêber Apo di pêvajoya tecrîdê de hêza xwe diparêze û dema bi derve re kontakek pêk anî, wan perspektîfên xwe yên çareserkirina pirsgirêkan, bi kodên cuda digihîne derve. Gelek caran jî bi nexşerêyên çareseriyê bi dewletê re dikeve nav danûsandinan.
Lê dewlet, dixwaze Rêber Apo, bi şantaj û tehdîtan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Rêber Apo tu carî li gorî daxwazên wan tevnegeriya û ev jî bû sedem ku tecrîd bênavber dewam bike. Bi awayekî zelal tê xuyakirin, berdewamiya tecrîdê ya îroj tê wê wateyê ku Rêber Apo nehatî îknakirin. Li hundir nayê îknakirin ku piştgirî bide siyaseta wan a qirêj ku desthilatdariya wan mîsoger bike.
Em di israra tecrîdê de israra Rêber Apo ya demokrasiya Tirkiyê dibînin. Em di israr tecrîdê de israra Rêber Apo a doza Kurdistan dibînin. Dibe li Îmraliyê, çendik û çend car lê zext hatine kirin ku midaxleyî Şoreşa Rojava û siyaseta HDP’ê bike. Û dîsa em dizanin midexleya Rojava gelek caran bûye bazariya tecrîdê jî. Lê em baş dizanin Rêber Apo ev yek tu caran qebûl nekiriye û paşve gav nevêtiye.
Di pêvajoya muzekereyan de dema ku Heyeta Îmraliyê di serdanek xwe de, ji Rêber Apo re behsa azadiya wî kirin, bersivek wiha dabû: “Dema ku demokrasî were Tirkiyê ez ê jî azad bibim”.
Ji bo vê yekê îroj li cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînek tê dayin. Bi şikandina tecrîdê re wê demokrasî were vê axê û piştre jî wê bi vê demokrasiyê re Rêber Apo azad bibe. Piştî azadiya Rêber Apo jî wê hemû pirsgirêkên Kurdistan û Rojhilata-Navîn werin çareserkirin. Ji bo vê yekê şerek nû heye di navberan du aliyan de; aliyên şerxwazan û aliyên dilxwazên azadiya Rêber Apo.
Di van rojan de girtiyên zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî tevlî vê têkoşînê bûn. Bi dorveger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Dem bi dem li zîndanan li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê hatinin lidarxistin û encam jî hat girtin. Israra çalakiya girtiyên azadiyê encam girtin û azadiya Rêber Apo ye.
Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê, AKP û Erdogan di warê siyasî de tecrîd kiriye.






