Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewrêşê dozê, dildarê heyva sor Musa yê me yê êrfînî

11/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

27 Sal berê ez hatim Elmanya û kesê destpêkê ku min naskir, yek jê Heval Mûsa bû.
Piştî hatina min bi 4 mehan Heyva Sor A Kurdistanê fermî hat damezrandin. Birêxistinkirina vê saziyê pir bi lez û bi dilxwaziyek bilind hat meşandin. Hema ez dikarim bêjim, Musayê me yê Êrfînî, di nava kesên yekemîn de bû yên ku bûn endam û bûn dildarê vê xebata mirovperwerî ya bi rûmet.
Ji wê rojê û pêve heta roja em hiştin û çû ser dilovaniya xwe, di vê xizmeta gelê xwe de gav bi paş ve navêt, belê bi pêşve avêt û her bi xurtî meşiya.
Weke derweşê dozê, weke xwediyê sozê, weke dildarê welat, bi sazî û hevalê xwe re hogir û heval bû. Her devliken bû. Di demê bûyerên tal û êş û xemgîn de jî, qed moralê xwe jî û yê hevalên xwe jî xerab ne dikir. Her moral dida xwe jî û hevalên xwe jî.
Li himber hilwest, rexne, heta neheqiyên ku lê bihata jî, pir bi sebir û tehamul û xweragir bû. Nayê bîra min ku wî yek heval aciz an hêrs kiri be. Lewma ez bawer dikim ku yek hevalê jê nexweş an dilmayî nîne. Giyanek pir mezin a fedekarane, canbexşane û dewrêşane pêre hebû. Çi karê ku biketa ser milê wî, xwe ji ber ne dikişand û nedigot na, hema dikete nava hewldana pêkanîna wî karî.
Ez dikarim bêjîm li hemû bajarên Elmanyayê û piraniya welatên Ewrupayê xizmeta doza xwe û saziya xwe da meşandin. Her wiha, ez dikarim bêjîm ji despêkê ve di asta rêvebriyê de kar hilda bû ser milê xwe, lê wî her dem weke kesekî jî rêzê, weke endamekî ji rêzê, weke li jor min gotiye, weke derwêşê doza xwe birêve diçû, li kursî û pelikê ser milan ne dinêrî.
Li gel kar û barê Ewrupayê, dema karê saziyê li Başûr û Rojava jî derket, qet bê dudilî, hema bi dilxweşiyek mezin, xwe da pêş û kar hilda ser milê xwe û kete ser rêya Başûr û Rojavayê. Di van her du karên xwe jî de bi serkeftî xebitî.
Belê ez bi taybetî dixwazim, hinekî bahsa karekî wî yê taybet ê li Rojava bikim. Weke tê zanîn Şoreşa Rojava nuh despêkiribû(2012). Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, li ser vê bûyera bi rûmet û giranbuha civiya û di encamê de, li gel pir biryarên hêja, biryara him piştgriya gelê me yê wira yê hewcedar bike û him jî destekek xurt bide ku li wira; saziyek xuşk-bira: HEYVA SOR A KURD were damezrandin.
Hema bi lez û bez, li gel Rojava peywendî hate danîn û wan jî bi kêfxweşiyek mezin, ji van pêşniyarên me re dan nîşandan. Ji bo vî karî jî, bê gûman ê herî kêrhatî, hevalê me Mûsayê Êrfînê hate dîtin. Hilbet ew jî bi peywir û erkekî wisa serbilind dilxweş bû. Ji bo avakirina saziyê, çi bi nivîs û çi bi awayê din lazim bûn, hatin amadekirin û hevalê me gelek bi coş, weke her demê bi dewrêşane kete ser rêya Rajava. Di encamê de, weke her kar û xebata xwe, ev karê xwe jî bi serkeftî pêkanî û bi serbilindî vegeriya Elmanyayê.
Bi kurtayî, hevalekî me yê pir û pir bi rûmet ji nava me koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Lêwma em gelek xemgînin, lê ji bo ku em hevalê hevalekî wisa ne jî em serbilind in.
Ez weke hevalekî wî yê 27 salan, wî şehîdê saziya HEYVA SOR A KURDISTANÊ dibînim û ez bawer dikim ku ew nuha li cem Şehîdên Kurdistanê mêvan e!
Hevalên weke Mûsa nayên jibîrkirin û divê neyên jibîrkirin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.