Zekî BEDRAN
Berî niha bi 8 salan sê jinên Kurd yên şoreşger ji aliyê dewleta tirkî ya faşîst ve li Parîsê hatin kuştin. Ew ne cara yekê bû ku Kurd li Ewopa tên kuştin. Berî hingê li Berlîn û Viyana A. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ji aliyê dewleta Îranê ve hatibûn kuştin. Lê cara yeke jinên ji şoreşa Kurdistanê re pêşengî dikirin bûbûn hedef. Hem li ciyekê weke Parîsê paytexta Fransa. Qasimlo û Şerefkendî jî li paytexta Almanya û Awusturya hatibûn kuştin. Ji ber ku dewlet û mûtefiqûn Kurdan nînin bi hêsanî dibûn hedef. Ji ber ku dewletên dagîrker dizanin ti kes dengê xwe ji wan re nake rehet tev digerin. Çawa ku li navenda Parîsê nava rojê digel ku sê jin hatin kuştin, dewleta tirkî ti bedel nedan û hesab jê nehat pirsîn. Digel ku qatil di malpera xwe de xebata xwe ya bi MÎTê re belav kir. Weke rojê diyar bû ku kuştin ji aliyê MÎTê ve hatine organîzekirin. Dozgeriyê jî xistibû nava gilînameyê. Ji ber ku yê tetik kişandî miribû, xwestin dozê bigirin û ji navê derkevin. Bazar û lîstikên tarî yên dewlet û rêxistinên istixbaratan li aliyekî, ji ber kuştinan dewleta tirkî di wijdana gelan de mehkûm bû.
Dewlata tirkî, piştî ku nikarî xwe bigihîne kesên weke Sakîne û bide sekinandin, ku di asta pêşengtiyê de tevlî şoreşê bûye û di nava avakerên PKKê de ciyê xwe girtiye, berê xwe da komkujiyan. Sakîne di warê ruhî de her tim di bilindayiyan de digeriya. Li girtîgehan û li qadên din yên jiyanê di aliyê manewî de pêşengeke wisa bû ku fêşîzmê nikariya xwe bigihîniyê û pêşiyê bigire. Di ser de ji nava xirbeyên komkujiya Dêrsimê derketibû û bilind bûbû. Di nasnameya xwe ya jin, Kurd û Elewî de eşqa azadiyê û sosyalizm jî bi cî kiribû. Faşîzma tirkî zindan, işkence û tevayiya lîstikên şer li ser ceribandibûn lê nikarîbû pêşiyê bigire. Digel wê ev kesayet pir dibûn, mezin dibûn û belav dibûn. Ronahî û Rojbîn girtibûn gel xwe û ber bi paşrojê ve bi bawerî û rûkenî dimeşiya.
Sakîne, bi qasî ku abîdeya zanîn û berxwedanê bû mirova dil jî bû. Bi qasî ku kesên diperçiqin, kêmnetewe û zarokan di dilê xwe de bi cî bike xwediya dileke ewqas mezin bû. Di heman demê de ji bo girêdana bi rêbertiya xwe û hevriyên xwe çavkaniya heskirin û girêdanê bû. Ji bo wê faşîzma tirkî gelê Kurd û hevriyên wê ne li mejiyê wê tenê, li dilê wê jî xist.
Gelê Kurd û hevriyên wê ev di kûrayiya dilê xwe de his kirin. Gelê Kurd di dilê xwe de hat lêxistin. Çawa ku di sermaya 9ê Çile de digel bêamadekariyê sed hezar mirovî berê xwe dan Parîsê. Dema cenazeyê Sakîne, Ronahî û Rojbîn anîn Kurdistanê bi sedhezaran mirovan meydan dagirtin û cenaze pêşwazî kirin. Di dîroka Kurdistanê de ev cara yekê bû. Heta wê rojê ji bo ti jinên Kurd Kurdisan ewqas nehejiyabû û neketibû tevgerê. Ji bo wê li şûna ku heyfa xwe bistîne, heyfa hember geş kiribû.
Sakîne îro bûye malê Rojhilata Navê û dinyayê. Bi taybetî di şoreşa îro ya li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tê de şopên kûr yên Sakîneyan xuya dikin. Pêla şoreşê ya li Rojhilata Navî li gel jinên Kurd jinên Ereb jî daye ber xwe. Çaw ku di meclisan de ciyê xwe digirin û tevlî têkoşînê dibin. Faşîstên tirk texmîn kirin ku wê bi kuştina Sakîneyan pêşiya têkoşînê bigirin. Lê îro bûne hêza pêşeng ya şoreşa bi pêşengiya jinê li Rojhilata Navî geş dibe. Jinên Sûriyê ji tarîtiya DAIŞê rizgar bûne û bûne rûyê ronahî yê Rojhilata Navî. Ji bo wê dewleta tirkî û hevalbendên wê yên paşverû bûne yek û dixebitin şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya jinê bifetisînin. Faşîzma tirkî dixebitî ku şoreşê li bakurê Kurdistanê bifetisîne, lê şoreş li Sûriyê belav bû. Bi tevlîbûna jinê ya şoreşê û xwedîderketina li nasnameya xwe re civaka Başûr û Rojhilat jî ruhekî nû bi dest xist. Li wan deran jî rengê jinê êdî baştir tê dîtin. Vê rewşê bandor li civakê û partiyan tevan kir. Modela çand û civakeke nû derket meydanê. Rojhilata Navaî bi şoreşa jinê ronahî dibe û bi hêviyeke xurttir li paşrojê dinêre.






