Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê çareserî bi dawîanîna dagirkeriyê pêkan e

22/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Girê Sipî  pişta dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ şikest
Share on FacebookShare on Twitter

Çend sal derbas dibin û hîne jî behse çareseriyê li Sûriyê dikin. Lê ya li ser erdê ji bilî qetilkirin, wêrankirin, talankirinê û koçberkirinê çi bûye. Ji bajarên sûriyê bi hezaran kes penaber bûn, bê cih û war hatine hiştin û hîne jî li çareseriyê çareseriyê ‘digerin’.
Cenêv hatin lidarxistin û hîne jî tên lidarxistin. Encam çiye û çi derketiye? Tenê Komîte û lijneyên demderbaskirinê hatin avakirin, şande diçin û tên. Li aliyê din jî astana û li hevkirina li ser Sûriyê li gorî berjiwendiyên garantorên van civînan pêk tên
Erê; rewş wiha ye. Lê li civînan gelê Sûriyê û nûnerên wan ne amade ne û dibêjin wê çareseriyê û aştî û aramiyê ji bo Sûriyan bînin. Li nava axa sûriyê li ser erdê jî nahêlin li hevkirin pêk were. Ger ku em bibêjin çareserî jî heye wê ew yek dest pêkê bi derxistina dagirkeriya dewleta Tirk ji nava axa sûriyê be. Kî li dijî vê dagirkeriyê be di rastiya wan de çareserî wê were dîtin û tê dîtin. Ji bilî Hêzên bakurê Sûriyê jî niha kî amadeye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer bike û serweriya axa sûriyê biparêze û ji bo wê di nava tevgerê de..
Yên din ku qale serweriya axa sûriyê û parastina wê tenê bi ziman dike jî rêjîme. Ev rêjîma em bala xwe didinê ku serweriya wê heta li ser wê jî nemaye ji bilî zimanê di devê wê de ku derdikeve û daxuyaniyan dide tiştek tune. Lê li pişt wê kî heye diyare.dîsa jî ger ew di vê mijarê de dirûst be gavekî baş û erênî ye.
Ji bo serweriya axa sûriyê were parastin gelek caran banga ji bo diyalogê ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratî MSD û nûnerên bakurê Sûriyê ve hate kirin û heta niha jî bang ji bo wê têne kirin. Tevî ku di demên dawî de qale hin danûstandinan tê kirin jî lê bêyî şerê li dijî dagirkeirya dewleta Tirk wê çi çareserî bi diyalogê jî çê nebe. Raste ku nûnerên bakurê Sûriyê gotin ku ji bo danûstandinana ew ti şertên pêşwext danayînin lê ev ji wê zêdetir parastina rûmeta Gelên li Sûriyê ye ku wê gava destpêkê ji bo çareseriyekê bibe. Ger dagirkerî neyê derxistin, bibe nebe wê axa Sûriyê were parçekirin û devera dagirkirî û li wir guhertina demografîk pêk tê û didome wê bibe hêlîna Çeteyên ku dewleta Tirik li vir kom kirin û ne diyare sibê berê wan çeteyan bidin ku derê. Gelo ger ev komên çete yên ku dewleta Tirk serkêşiya wan dikin neyên tunekirin wê dagirkerî çawa biqede. Ger hin alî dibêjin bira ew komên ku navê wê opozisyone( opozisyona Tirk) jî di nava çareseriyê de cihê xwe bigrin û dixwazin wan jî beşdarî civînên wekî li Astana û hwd bikin wê dîsa jî çareserî pêkanbe gelo? Na, ne xêr, nabe. Ji ber destê van di talankirin û wêrankirin cih û warê gelê Sûriyê de heye. Raste belkî hêjamrek ji wan hemwelatiyên sûriyê ne, lê niha çeteyên dewleta Tirkin û ne mûmkune ku gelên sûriyê wan qebûl bike.Ji ber van sedeman jî ger civîn û danûstandinên ku di destpêka wê de dagirkeriya dewleta Tirk û derxistina wê û çeteyên wê ji nava axa Sûriyê nebe, çareserî jî ne mimkune.

Mihemed SEYDÎ

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.